ROJEVA 30'Ê ÎLONA 2023'YAN
- rojane
- 09:00 30/9/2023
ROJEVA 30'Ê ÎLONA 2023'YAN
Leşkerên dewleta tirk ciwanekî ku hewl da biçe Bakurê Kurdistanê, qetil kirin.
Li gundê Sikêrê yê navçeya Amêdiyê, di encama bombebarana artêşa tirk de 25 donim zeviyên gundiyan şewitîn.
Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Azîme Bozkûrt a li Dersimê hat binçavkirin hat berdan.
Şandeyeke ji rêxistinên civaka sivîl serdana gundê Bana kir ku zêdeyî 2 meh in di bin dorpêça leşkeran de ye.
Hevserokê BEKSAV’ê Ahmet Uçar piştî îfadeya li dozgeriyê hate berdan.
Şandeya Partiya Çepên Kesk diyar kir ku desthilat dixwaze li Şirnex û navçeyên wê dengan veguhêze û encamên hilbijartinê biguherîne.
Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn ê ku doza girtinê li HDP’ê vekiribû, serdana koma Partiya ÎYÎ kir.
Welatiyan li Amedê bertek nîşanî bihakirina heqê rê dan û gotin: “Em nikarin debara xwe bikin. Em hatine ber firînekê, hindik maye em bikevin.”
Parêzer Lezgîn Ozalp ku bi lêdanê hatibû binçavkirin hate berdan.
Çapxaneya Meclisê ku kartvîzîtên tirkî bê pere çap dike, daxwaza çapkirina kartvîzîtên kurdî qebûl nekir û ji bo çapkirinê pere xwest.
Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Azîme Bozkurt li Dêrsimê hate binçavkirin.
Alp Altinors ku ji Doza Kobanê girtî ye, mazaret nîşan da û beşdarî danişînê nebû. Tevî vê yekê jî hat xwestin ku parastina wê bê wergirtin. Parêzer Kenan Maçoglû bertek nîşanî da û got: “Rojek navber bidinê. Gelo eceleya we çi ye?”
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Mehmet Ruştu Tîryakî diyar kir ku kongreya wan dê yekitiya neteweyî ya kurd jî pêş bixe û wiha got: “Em ê rewşa neyînî ya hilbijartina dawî biguherînin û dê tabloyeke cuda ava bibe.”
Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.