Pervîn Buldan: Divê zagona aştiyê hebe
Devlet Bahçelî: Ez îmzeya xwe diavêjim bin her gotina Pervîn xanimê
- polîtîka
- 15:00
Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan diyar kir ku pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bûye û got: “Di vê qonaxê de hewcehî bi zemîneke zagonî, hiqûqî heye. Divê zagona aştiyê hebe.” Bahçelî jî got: “Pervîn Xanimê her mijar bi aşkerayî anî ziman. Ez îmzeya xwe diavêjim bin her gotina wê.”
