Bi hemû kitekitên xwe pêvajoya komploya navneteweyî

  • rojane
  • 11:22 2 Cotmeh 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi ser derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê re 27 sal derbas bûn. Plana NATO’yê ya “Serî ji bedenê jê bike” negirt û paradîgmaya Abdullah Ocalan ji bo milyonan kesan bû hêvî.   
 
Pêvajoya komployê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo fêmkirina mudaxileyên hêzên kûrewî yên li dijî Rojhiata Navîn jî dîrokeke krîtîk e. Fêmkirina komploya ku bi hevkariya DYA, Ingilistan, Îsraîl, Almanya, Tirkiye, Yewnanistan û Rûsya jî di nav de 23 dewlet û gelek rêxistinan ve hatiye kirin, di heman demê de ji bo fêmkirina mudaxileyên di salên dawî de li dijî Rojhilata Navîn û planên li dijî herêmê jî girîng e. 
 
Tevgerên gel ên muxalîf û hêzên şoreşger, piştî hilweşîna reel sosyalîzmê bêhtir bûn hedefa hêzên kûrewî ku dixwestin herêmê dîzayn bikin. Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakur (NATO) ku di sala 1949’an de bi pêşengtiya DYA’yê li dijî Yekitiya Sovyetan bi hinceta “parastinê” hate avakirin, êdî dest bi hedefgirtina kesên “xetere” û “terorîst” kir. 
 
Piraniya dewletên herêmê qebûl kirin ku bibin şirîkên plana “jinûve dîzaynkirina herêmê” ya NATO’yê. Li hemberî vê planê yek ji astengiya herî mezin jî PKK bû. PKK, bi îdeolojiya xwe di nava civakê de cihê xwe girtibû û bi milyonan alîgirên wê hebûn. Lewma diviyabû bihata tesfiyekirin. 
 
Li hemberî PKK’ê stratejiya “serî ji bedenê qut bikin” xistin meriyetê. Bi vê yekê re li dijî lîderê PKK’ê ku bi milyonan kes jê re dibêjin “rêberê min e” starta komployê hate dayin. Bi vê yekê re dê PKK bihata tesfiyekirin û Abdullah Ocalan jî bihata tunekirin. 
 
Di demeke ku hevdîtin û peymanên dewletan ên têkildarî komployan didomiyan, di 6’ê Gulana 1996’an de li Şamê li dijî Abdullah Ocalan bi wesayîteke bombebarkirî hewldana sûîqestê hate kirin. Êriş bêencam bû lê piştre jî gefên li dijî Sûriyeyê ketin dewrê. 
 
Piştî ku Sûriyeyê li dijî DYA, Îsraîl û Tirkiyeyê serî tewandî, Abdullah Ocalan neçar ma ku ji Şamê derkeve. Di 15’ê Sibata 1999’an de jî Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê û di şert û mercên giran ên tecrîdê ya li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê de hate ragirtin. 
 
Ocalan, pêvajoya komployê ya li dijî xwe dê di demên piştre de wiha vegota: “ (İTALİK OLAAAAAACACAKKKKKKKKKKKKKKKKKK) "Mixê ewil li Moskovê lê dan; min sariya mar a xiyanetê jiya. Mixê duyemîn jî li Romayê lê dan; li dijî lîstikên zirav ên kapîtalîzmê min de ji rûmeta xwe berneda. Mixê sêyemîn li Atînayê lê dan; li hemberî xiyaneta dostaniya ku mînaka wê tune bû zimanê min lal bû, felc bûm! Mixê çaremîn li Naîrobiyê lê dan; radestî Tirkiyeyê hatim kirin ku bi cezayê îdamê lêgerîna min hebû. Di encama ‘komploya çar mix’ de, ez birim girtîgeha girava Îmraliyê ya Behra Marmarayê, xistin goristana Hades û di çarmixê de li benda mirina (îdamkirin) min man...” 
 
Abdullah Ocalan, ji roja anîne Tirkiyeyê heta niha li Girtîgeha Îmraliyê di hucreya weke “darbest” pênase dike de tê ragirtin. 
 
Sal bi sal, hûrgiliyên têkildarî komployê jî bêhtir derketin holê. Abdullah Ocalan, di pirtûka xwe ya “Doza Atînayê ya Komploya Navneteweyî” de pêvajoya komkployê bi hûr û kûr vegot. 
 
Di pirtûkê de têkildarî pêvajoya ji 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir û heta 15’ê Sibata 1999’an domiyayî de ev agahî hatin parvekirin: 
 
PÊVAJOYA BERIYA 9’Ê COTMEHÊ
 
27’ê Cotmeha 1994’an: Di vê çarçoveyê de di 27’ê Cotmeha 1994’an de Serokê DYA’yê Bill Clinton û Hafiz Esad li Şamê hatin gel hev û hevdîtineke ku 4 saetan dewam kir, pêk anîn. Di vê hevdîtinê de 3 saetan der barê Abdullah Ocalan de axivîn û Ocalan wek ‘gefa herî mezin’ hat binavkirin û hedef girtin. 
 
23’yê Sibata 1996’an: Tirkiye û Îsraîl bi peymana hevkariya leşkerî û perwerdehiyê gihaştin asta hevkariya stratejîk. Di çarçoveya vê peymanê de bi tevkarî dor li Sûriyeyê hat tengkirin.  
 
9'ê Nîsana 1996’an: Serokwezîrê Yewnanistanê Kostas Smitis û Serokê DYA’yê Bill Clinton li Qesra Spî hevdîtineke “veşarî” kirin. Simitis, piştgirî da polîtîkayên DYA’yê yên li herêmê û hevkariya bi Tirkiyeyê re qebûl kir. Clinton jî, soza çareserkirina pirsgirêkên Tirkiye-Yewnanistanê da. Piştre hate fêmkirin ku mijara esasî ya di vê bazariyê de Abdullah Ocalan bû. 
 
6'ê Gulana 1996'an: Nîşaneya yekemîn a komploya navdewletî ya li dijî Abdullah Ocalan, bi êrişa suîqestê ya li Şamê hat dayîn. Li baxçeyê li kêleka mala ku Abdullah Ocalan lê dima, tonek teqemenî teqiya û Abdullah Ocalan bêyî ku birîndar bibe ji sûîqestê xilas bû. Piştî teqînê bi demeke ji nîv saetî kêmtir, rojnameyên Londonê ragihandin ku Abdullah Ocalan jiyana xwe ji dest daye.
 
Gulan'a 1997'an: Tûrhan Tayan, Wezîrê Parastinê yê hikûmeta Necmedîn Erbakan, çû serdana Girên Golanê yên Sûriyeyê yên ji aliyê Îsraîlê ve hatibûn dagirkirin. Rayedarên Îsraîlî piştî serdanê cara ewil li dijî komên Kurd daxuyanî dan. 
 
16'ê Îlona 1998'an: Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Atîlla Ateş li ser sînorê Sûriyeyê daxuyanî da û daxwaza dersînorkirin an jî teslîmkirina Abdullah Ocalan kir. Piştî daxuyaniyên Ateş komploya navdewletî ket meriyetê û ji gelek navendan zor li Sûriyeyê hat kirin.
 
17'ê Îlona 1998'an: Yekser piştî rêkeftina Simitis-Clinton, gazî Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî hat kirin ku bê Enqereyê û jê hat xwestin ku ji bo dilsoziya bi Amerîka û Îngiltereyê soz bide. Piştre jî hevdîtin bi Serokê YNK'ê Celal Talebanî re hat kirin û ew şandin Washingtonê. Di 17’ê Îlona 1998’an de di navbera PDK-YNK-DYA'yê de Peymana Otonomiya Kurdan li Washingtonê hat îmzekirin. Esasê vê peymanê tasfiyekirina têkoşîna azadiya kurd û hevkariya di warê Sûriyeyê bû. Lihevkirineke din a di hevdîtinê de jî ew bû ku Iraq li ser esasê federaliyê bê reformekirin. 
 
30'yê Îlona 1998'an: Di civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) ya bi serokatiya Serokomar Suleyman Demirel de vebijarkên leşkerî yên ji bo Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin. Demîrel di 1'ê Cotmehê de gefa destwerdana leşkerî li Sûriyeyê xwar.
 
3'yê Cotmeha 1998'an: NATO li Îskenderûnê, li ser sînorê Sûriyeyê, tetbîqatek leşkerî ya berfireh da destpêkirin. 2 hezar û 500 leşker û personelên Amerîkî jî beşdarî tetbîqatê bûn. Ev pêşketin wekî amadekariyên şerê li dijî Sûriyeyê hat şîrovekirin. Bi minasebeta vê tetbîqatê, keştiyên şer ên hêzên deryayî yên Amerîkayê û mûşekên pêşketî ji bo sînorê Sûriyeyê ber bi rojhilatê Deryaya Spî ve hatin veguhestin. Di heman demê de Îsraîlê jî hêzên xwe yên leşkerî li Girên Golanê bi cih kir. Her wiha Fermandarê Hêzên Bejayî Atilla Ateş û Serokomar Demîrel ên ku Sûriyeyê û Abdullah Ocalan hedef girtin, hatin dayîn. 
 
Piştî van daxuyaniyan ji Hatayê ber bi navçeya Cizîr a Şirnexê ve leşker li ser sînorê Sûriyeyê hatin bicihkirin û li baregehên hewayî yên Amed û Meletiyê jî alarma pirteqalî ya di wesfê ya sor de hat dayîn. Ji aliyê din ve DYA’yê bi Misir û Erebîstana Siûdî re ket nava hewldaneke dîplomatîk ji bo zorê bide Sûriyeyê. Bi vî awayî lihevkirina sêalî ya Amerîka-Tirkiye-Îsraîl gihaşt wê astê ku zorê li Sûriyeyê bike. 
 
DERKETINA JI SÛRIYEYÊ
 
Beriya 9'ê Cotmeha 1998'an: DYA-NATO-Îsraîl û Tirkiyeyê dorpêça leşkerî, siyasî û dîplomatîk a li ser Sûriyeyê zêde kirin. Ev zext di 9’ê Cotmeha 1998’an de gihaşt asta herî jor. Sûriye ji bo berjewendiyên xwe serî li ber van zextan danî û di mijara PKK’ê de bi wan re li hev kir û derketina ji welêt li Abdullah Ocalan ferz kir. Abdullah Ocalan di parastina xwe ya Atînayê de vê tekê wiha vegot: "Rayedarên Sûriyeyê dixwestin ez ji welêt derkevim û digotin 'nesekine derkeve!'"
 
9'ê Cotmeha 1998'an: Abdullah Ocalan bi balafireke rêwiyan a Sûriyeyê ji Balafirgeha Şamê çû Atînayê. Dema ku balafir li Balafirgeha Hellinikon a Atînayê daket, Wezîrê berê yê Gihandinê yê Yewnanîstanê û Wekîlê PASOK'ê Kostas Baduvas li hoê ne xuya bûn ku bi xwe Abdullah Ocalan vexwendibûn. Li şûna Baduvas, efserê payebilind Savvas Kalenteridis û rayedarên payebilind ên îstixbaratê derketin pêşberî Abdullah Ocalan. Biryar hat dayîn ku Abdullah Ocalan ê serlêdana penaberiyê kir, beriya ku daxwaza wî ji dadgehê re bê şandin, "demildest Yewnanîstanê biterikîne". Abdullah Ocalan di heman rojê de (9'ê Cotmehê) bi balafireke taybet a ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Yewnanîstanê ve hatibû amadekirin, ber bi Moskovayê ve çû.
 
Di 9'ê Cotmeha 1998'an de Abdullah Ocalan ku çû Rûsyayê diyar kir ku ji aliyê Numan Uçar û hêzên ewlekariyê yên Rûsyayê ve hatiye pêşwazîkirin û wiha got: "Ez pêşî birim mala Serokê Partiya Lîberal Demokrat Jirinowskî û piştre jî birin mala li çiyê ya Serokê Giştî yê Partiya Lîberal Demokrat Jirinowskî. Min ji bo îltîcaya siyasî serlêdana xwe da efserên li cem xwe." 
 
11'ê Cotmeha 1998'an: Piştî ku Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derket, agahiyên îstîxbaratê yên cihên çûyê radestî Enqereyê hatin kirin. Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê yê wê demê Mesut Yilmaz di 11'ê Cotmeha 1998'an de li ser mijarê civîneke çapemeniyê li dar xist û got, "Ji îro pê ve em hîn bûn ku Ocalan li Rûsyayê ye." Li ser vê yekê Abdullah Ocalan li Dûmayê, li avahiya Parlamentoya Rûsyayê daxwaza penaberiya siyasî kir.
 
4'ê Mijdara 1998'an: Dumayê daxwaza penaberiyê ya Abdullah Ocalan bi 298 dengan qebûl kir. Yekem berteka li hemberî vê biryara Dûmayê ji DYA’yê hat. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê James Rubin di daxuyaniya xwe de got ku bila tu kes ji Abdullah Ocalan mafê penaberiyê nexwaze.
 
Serokwezîrê Rûsyayê Primakov ku biryara Dûmayê ya der barê Abdullah Ocalan de esas negirt, 9 roj muhlet ku Abdullah Ocalan ji Rûsyayê derkeve.
 
ZEXTÊN LI SER ÎTALYAYÊ
 
12'ê Mijdara 1998'an: Abdullah Ocalan ku bi mudaxeleya Wekîlê Partiya Komunîst a ji nû ve avakirina Îtalyayê (PRC) Ramon Mantovani ji Rûsyayê derbasî Îtalya-Romayê bû, li Balafirgeha Îtalyayê hat girtin. Abdullah Ocalan piştî girtinê ji Romayê daxwaza mafê penaberiyê kir.
  
21'ê Mijdara 1998'an: Wezîra Karên Derve ya Amerîka Madeleine Albright bi Sekreterê Giştî yê wê demê yê NATO Javier Solana re hevdîtinek dirêj kir ji bo ku Abdullah Ocalan li tu welatî neyê qebûlkirin.
 
24'ê Mijdara 1998'an: Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Bill Clinton du caran telefonî Serokê Îtalyayê D'Alema kir û got: "Xwe ji xeletiyek dîrokî dûr bixin!" Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA James Rubin jî got: "Divê Ocalan rojek berî rojekê radestî Tirkiyeyê were kirin." 
 
16'ê Çileya 1999'an: Abdullah Ocalan ji Îtalyayê derket û hat Moskovayê. 
 
ÇARMIX Û AMADEKARIYA DARBESTÊ
 
17'ê Çileya 1999'an: Karbidestên ewlekariyê yên rûsî ji Abdullah Ocalan re gotin ku hikûmet naxwaze ew li vir bimîne û got ku ev talîmat ji hêla Primakov ve hatiye dayîn.
 
18'ê Çileya 1999'an: Balyozê Rûsyayê yê Enqereyê Aleksandr Lebedev, soz da Tirkiyeyê ku "Gava ku Ocalan bê girtin wê were dersînorkirin." Bulent Ecevit jî di heman rojê de bi daxuyaniya xwe ya ji çapemeniyê re vê yekê piştrast kir. Abdullah Ocalan vê pêvajoyê wekî “amadekirina çarmix û tabûtê" nirxand.
 
20'ê Çileya 1999'an: Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Bîşkek a paytexta Tacîkistanê birin maleke li gundekî. Rêberê PKK’ê ji bo vê wiha dibêje:“Ev revandina bi zorê bû. Ez 8 rojan li vir di bin tecrîdê de mam."
 
28'ê Çileya 1999'an: Abdullah Ocalan bi balafirekê birin Moskovayê. Abdullah Ocalan li vir ji aliyê yekîneyên taybet ên Rûsyayê ve hat tehdîdkirin û hat xwestin ku wî bişînin Şamê. Lê belê Abdullah Ocalan vê pêşniyazê red kir. Ji ber ku rewş xeternak bû, Abdullah Ocalan ji Admiral Naksakis re ragihand ku ewlehiya wî ya jiyanê di xetereyê de ye.
 
29'ê Çileya 1999'an: Abdullah Ocalan, bi balafira taybet a ku generalê teqawît Naksakis anîbû, cara duyemîn rasterast daket Atînayê, ji ber ku ji pêşniyazên rayedarên rûs guman lê peyda kiribûn neçû Bukreşê.
 
30'yê Çileya 1999'an: Wezîrê Derve yê Yewnanistanê Teodoros Pangalos got: "Hûn bi xêr hatin welatê me. Em dixwazin bi we re hevdîtinê bikin. Xebatên qanûnî yên pêwîst dê bên kirin. Dê nêzîkatiyeke cuda nebe. Di vî warî de em dixwazin rewşa we bi awayekî şênber nîqaş bikin." Abdullah Ocalan ku hevdîtinê qebûl kir, li şûna Pangalos dîsa rastî Stavrakakis û Kalenterîdîs hat. 
 
LI DAVOSÊ AMADEKARIYA PETROLÊ
 
30'yê Çileya 1999'an: Di civîna Foruma Aborî ya Cîhanê de ku li Davosê hat lidarxistin, rewşa Abdullah Ocalan di navbera serokwezîrê Rûsyayê Primakov û şîrketên petrolê yên Amerîkî de hat ser maseya danûstandinê. Di rojnameya aboriyê ya Rûsyayê Kommersantê de, nûçeyeke bi sernavê "Bazarkirina petrolê li dijî Apo" hat serwîskirin û hat gotin bi vê peymanê re petrola Qazaxistanê dê derbasî Rûsyayê bibe û petrola Azerbaycanê dê bi rêya Tirkiyeyê were belavkirin.
 
31'ê Çileyê: Bi însiyatîfa Yewnanîstanê û balafira amadekirî li balafirgeha Mînskê daket. Roja ku Abdullah Ocalan daket Balafirgeha Mînskê, bi biryareke veşartî ya li Swîsreyê hat girtin, hemû balafirgehên navneteweyî yên Ewropayê bi biryareke hevpar destûra daketina balafira ku Abdullah Ocalan tê de bû, red kirin
 
1'ê Sibata 1999'an: Pangalos bang li Balyozê DYE'yê yê Atînayê Nicholas Burns kir û jê re got Abdullah Ocalan ê li Girava Korfuyê di bin tecrîdê de tê ragirtin, li Yewnanîstanê ye. Pişt re ji Abdullah Ocalan re temînat hat dayîn ku ew ê biçe Afrîkaya Başûr. 
 
2'yê Sibata 1999'an: Abdullah Ocalan di 2'yê Sibatê saet 05.30'an de li şûna Afrîkaya Başûr, bi balafireke taybet ji balafirgeha Korfuyê bi rê ket. Balyozê Amerîka yê Atînayê Nicholas Burns ji Simitis û Pangalos xwestin ku wî bibin Kenyayê. Ev balafira veşartî ya ku tê gotin ji Swîsreyê hatiye û bi îhtimaleke mezin ji aliyê Gladiyoya NATO an jî CIA'yê ve hatiye amadekirin, roja 2'yê Sibata 1999'an saet di 11:00 de li Balafirgeha Nairobiyê daket. Abdullah Ocalan ji aliyê Balyozê Kenyayê Kostoulas ve hat pêşwazîkirin. Her wiha derbasbna wî ya di gumrukê re jî ji aliyê balyoz ve hat kirin. 
 
HEVDÎTINA CIA Û MÎT'Ê
 
4'ê Sibata 1999'an: Êvarê, elemanekî CIA'yê ji Musteşarê MÎT'ê yê Tirkiyeyê Şenkal Atasagun re li ser mijarekê daxwaza hevdîtinê kir. Sê Amerîkî, Şefê Îstasyona CIA'yê û du pisporên têkoşîna li dijî terorê çûn mala Atasagun û bi fermana Serokê Amerîkayê Clinton ji bo girtina Abdullah Ocalan piştgirî û operasyoneke hevbeş pêşkêşî rayedarên tirk kirin. Tirkiyeyê jî ev pêşniyaz qebûl kir. Di heman demê de Serokwezîrê Tirkiyê Bulent Ecevît piştî revandina Abdullah Ocalan di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamevan Sedat Ergîn de got, “Di 4’ê Sibatê de xebera ku hûn dikarin Ocalan ji Afrîqayê bigrin, gihaşt me. Ji ber vê yekê ev mekanîzma hat aktîfkirin." Li ser vê yekê Serokkomar Suleyman Demirel jî nîvê şevê li Qesra Çankayayê civîna mezin li dar xist.
 
GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ JI NÛ VE HAT AVAKIRIN
 
Di heman rojê de Girtîgeha Îmraliyê ya nîvvekirî hat valakirin û radestî Serfermandariya Giştî hat kirin. Derdora giravê wekî herêma leşkerî hat îlankirin û di bin navê nûjenkirinê de Girtîgeha Îmraliyê ya ku dê tenê kesek tê de bimîne, ji nû ve hat avakirin. 
 
4-15'ê Sibata 1999'an: Abdullah Ocalan ji bo ku ji mala Kostoulas a li Kenyayê derkeve rastî zextan hat. Ji bo Abdullah Ocalan pasaportek nehat çêkirin û çendî jê re gotibûn dê di 12'ê Sibatê de ji vir biçe jî, ev yek pêk nehat. Jixwe Rêberê PKK'Ê Abdullah Ocalan vê yekê wekî" ewarekirinê" nirxandibû. 
 
BALAFIRA TIRK LI ÛGANDAYÊ DANÎ
 
8'ê Sibata 1999'an: Balyoz Kostoulas, cîgirê xwe Yorgos Diakofotakis, li ser daxwaza Kathourima, Sekreterê Giştî yê Midûriyeta Karên Derve ya Kenyayê şand. Midûrê Emniyeta Tirk Necatî Bîlîcan di daxuyaniya xwe ya ji bo Kovara Der Spîegelê de diyar kir ku Abdullah Ocalan gav bi gav tê şopandin û got: "Em ê wî bigirin."
 
10'ê Sibata 1999'an: Balafira Tirk ku ji Stenbolê rabû, li Balafirgeha Entabbeyê ya Ûgandayê saet di 16:00 de daket. Derket holê ku ev balafira ku ji aliyê Frans Dassault ve hatiye çêkirin a karsazê Tirk Cavît Çaglar e. Ekîba ku ji 9 kesan pêkhatî çû Kampala paytexta Ûgandayayê ku cîranê Kenyayê ye û 5 rojan li Entebbe Lake Victoria Otelê bi cih bû û li benda xebera Kenyayê sekinî. 
 
Di heman rojê de (10.02.1999) Balyoz Kostoulas û karsaz Yorgos Panos hatin avahiya Sefaretxaneya Kenyayê û di bin navê plana Seyşellerê de hewl dan ku Abdullah Ocalan careke din ji sefaretxaneyê derkeve. Di sibeha 13'ê Sibata 1999'an de dema ku Abdullah Ocalan bi israr ne xwest ji sefaretxaneyê derkeve, hewl hat dayîn ku bi darê zorê bê derxistin.
 
15'ê Sibata 1999'an: Dema ku Kenyayê di 15'ê Sibatê de xwest Ocalan dersînor bike, Abdullah Ocalan bi şertê ku biçe Hollandayê ji avahiyê derket. Di êvara 15’ê Sibatê de bi operasyoneke hevpar a rêxistinên îstîxbarata navneteweyî, Abdullah Ocalan ji Balafirgeha Naîrobiyê bi awayekî qorsan hat revandin. Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît di 16'ê Sibatê de derket pêşberî kamerayan û ragihand ku Abdullah Ocalan anîne Tirkiyeyê. 
 
Sibe: Nirxandinên Abdullah Ocalan ên der heqê komployê de 

Sernavên din

13:27 Jin di ‘Rêya Azadiyê’ de meşiyan
13:17 Hikûmeta demkî êrişî derdora Bendava Tişrînê dike
13:11 Foza Yûsif ji bo meşvanên jin peyam şand: Dema azadiya Rêber Apo ye
12:19 'Em ê pêşniyaran di demekî herî kin de pêşkeşî Lijneya Giştî ya Meclisê bikin’ HATE NÛKIRIN
12:15 Meşvan çûn serdana goristanê: Em minetdarên wan in
11:29 Rojnameger Mûrat Verîm hate berdan
11:23 Îsraîlê êrişî Fîloya Sumudê kir: Zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin
11:22 Bi hemû kitekitên xwe pêvajoya komploya navneteweyî
10:34 Ji bo mirina di hucreya yekkesî de biryara neşopandinê dan
10:15 Dîroknasê Fransî Ducange: Têkoşîna hebûnê ya Kurdan jinedîtî ve tê
10:01 Serokê eşîra Ereb Sebxayê El Suhan: Em di nava HSD'ê de ne
10:00 Bandoreke mezin li ser jiyana mirovan kir: Sîxûrên MÎT’ê Nagihan hedef girtin
09:21 'Dubendiya komîteyê hêzê dide kesên bi kêfî hiqûqê binpê dikin'
09:20 Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut: Divê dewlet demildest gavên qanûnî biavêje
09:19 Ji ber parvekirina têkildarî Haci Lokman Bîrlîk cezayê hefsê dan
09:04 Welatiyê ku 46 sal in bê 'nasname' ye dê bê dersînorkirin
09:03 Li Serhedê eleqeyeke mezin ji bo kampanyaya 'Ez aştiyê dixwazim ji ber ku' heye
09:01 Golên Arçak û Sixkeyê ziwa dibin
09:00 Ji Çorûmê ew anîn, li Wanê 6 peywiran 'bi rêve dibe'
09:00 ROJEVA 2’YÊ COTMEHA 2025’AN
01/10/2025
17:03 Hevdîtina DEM Partî, MHP, Erdogan û Kurtulmuş bi dawî bû
16:58 Erdogan: Em baş di ferqa wê de ne ku pêvajoyeke hesas e
15:45 DEM Partî, MHP û Erdogan hatin gel hev
15:41 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
15:40 Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê: Divê hikûmeta demkî sozên xwe bicih bîne
15:31 Jin bi meşaleyan ji Amedê ber bi Enqereyê ve hatin oxirkirin
15:30 Li Cizîrê welatiyek bi lêdanê hate binçavkirin
14:17 Rêxistinên jinên Êzidî têkildarî ‘Şengalê’ Bexda hişyar kir
14:08 Semra Guzel nehat tehliyekirin
13:54 Ji Hondurasê banga ji bo piştevaniya bi gelê Kurd re
12:48 Bakirhan: Em di qonaxeke ku gav bên avêtin de ne, ev qonax dê bibe wêneyê jidilbûnê
12:14 ‘Meşa azadiyê’ ya jinan dest pê kir: Ji b aştiyê li Ocalan guhdarî bikin
11:00 Careke din ceza dan Amedsporê
10:42 Li Herêma Federe ya Kurdistanê krîza ‘hikûmetê’: PDK naxwaze kes bibe şirîkê îktîdarê
10:08 Dîmenên qirkirina daran a li Dorşînê derketin holê
09:58 Welatiyên Erziromê: Divê mafên me bên naskirin
09:42 Li Edeneyê dîwar bi graffîtên Abdullah Ocalan hatin neqişandin
09:23 Ji ber gotina 'Birêz Ocalan' înfaza wî hat şewitandin
09:22 Filoya Sumud: Jo bo mirov tevbigerin ma divê çend zarok bimirin?
09:20 Derhêner Alper: Ji bo çekdanînê divê rêyên siyasetê bên vekirin
09:19 Berteka li dijî bêtehemûliya li dijî Kurdî: Hûn ê çawa meseleya Kurd çareser bikin?
09:18 Bi bîra komîsyonê xistin: Aktorê sereke birêz Ocalan e
09:16 KESK'î dê li 6 bajaran ji bo vegera ser kar a KHK'iyan bimeşin
09:00 ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2025’AN
30/09/2025
16:43 Peyama Abdullah Ocalan a ji bo Şengalê: Ez ê dest ji hesabpirsîna komkujiyê bernedim
15:50 Ji ber dirûşma ‘şehîd namirin’ cezayê hefsê dan Yilmaz
15:49 'Rewşa Yilmaz ê di rojiya mirinê de giran dibe’
15:26 TOKÎ jî daxilî talankirina xwezayê ya li Şirnexê bû
14:30 Ji bo Amedsporê bang li îktîdarê kirin: Ji bo pêşîlêgirtina polîtîkaya cihêkariyê gav biavêjin
13:44 Rapora rêxistinên maf û hiqûqê: Binpêkirinên li girtîgehan pir zêde bûne
13:19 Rewşa Beşîkçî baş dibe
13:10 Sînorê xizaniyê 4 qat ji mûçeyê kêmtirîn zêdetir bû
13:09 Tevî plana ‘aştiyê’ jî êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê didomin
11:40 Hedefa meşa ji Amedê ber bi Enqereyê ve zelal e: Azadiya Abdullah Ocalan
11:20 'Ji bo Kurdî divê gavên yasayî bên avêtin’
10:55 Rêveberekê DAIŞ’ê li Dêrazorê hate girtin
10:54 Xebatên madenvaniyê yên li Wanê gefê li ekolojiya li hewza golê dixwin
10:35 Temellî: Divê tavilê zemîna mizakereyan bi Ocalan re bê avakirin
10:02 Salih Muslim: Xwestin li NY’ê Şara rewa bikin
09:32 Ji helîkopterê hatibûn avêtin: 5 sal derbas bûn, faîl hêj nehatine girtin
09:12 Piştî êrişên Îsraîlê rewşa Îranê
09:11 Ocalan di salekê de çi peyam dan?
09:07 'Bila pêşniyaza Bahçelî ya axaftina li meclisê pêk bê'
09:06 Esnafa jin a ewil a Gimgimê: Gelek zext li me kirin lê dîsa jî em bi ser ketin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÎLONA 2025’AN
29/09/2025
16:42 Ozel: Divê sererastkirinên yasayî di demekî nêz de bên kirin
16:20 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî Êzidî revandin
16:19 Baroya Amedê bertek nîşanî TED’ê da: Parastina ziman jêneger e
15:57 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
15:18 Xetereya li ser jiyana Beşîkçî didome
15:06 Doza faîlê Dîlara Gunanayê hate taloqkirin
14:49 Binpêkirinên li Girtîgeha Tekîrdagê: Serî li ÎHÎK’ê dan
14:02 Di lêpirsîna 3 rojnamegeran de biryara neşopandinê hat dayin
13:57 Li Hezexê qeza: Jinekê jiyana xwe ji dest da
13:53 Ji Koleja TED’ê ya li Amedê fermana ‘Tenê dê bi Tirkî bê axaftin’
13:42 Prof. Enzo Traverso: Meseleya Kurd derbasî qonaxeke dîrokî bû
13:34 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî
13:24 Dosyaya 11 rojnamegeran ji ber ewraqên kêm paşve hate şandin
12:41 Hêj tenê baskekî ‘Çûka aştiyê’ heye
11:33 Ji bo meşa 1’ê Cotmehê bang: Ji bo azadiyê em dengê xwe bilind bikin
11:28 Şandeya MSD’ê li Liveerpolê ye
09:48 Talana li Gabarê ji hewa ve hate kişandin
09:34 Li Pasûrê demsala serrezê dest pê kir
09:26 Nîzamettîn Toguç: Divê komîsyon tavilê li Ocalan guhdarî bike
09:25 Hevdîtinên şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Ewropayê didomin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Waştişê ziwanî polîtîk o’ derket
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2025’AN
28/09/2025
16:46 Li Kutahyayê erdhej çêbû
15:45 'Dê pêvajo bi pêşengtiya Ocalan bi ser keve’
14:59 Banga ji bo Roboskê: Zagona Heqîqet û Edaletê derxînin
14:57 'Ji bo hevdîtina bi Ocalan re divê Kurtulmuş erka xwe pêk bîne’
13:39 Xetereya li ser jiyana Îsmaîl Beşîkçî didome
13:21 Şîna Firat Kuşak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:18 Prof. Mezzedra: Divê ‘mafê hêviyê’ ku Bahçelî behs dikir tavilê bikeve meriyetê
12:12 Bakirhan: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê gav bên avêtin
12:02 Doza Dîlara Gunanayê sibê ye: Hesabê ji faîlên keça min bipirsin
11:40 Serokê Amedsporê: Em ê bêtehemûliya li dijî zimanê me yê dayikê qebûl nekin
11:16 Meral Daniş Beştaş: Divê komîsyon beriya 1’ê Cotmehê biçe Îmraliyê
10:41 Ji Îranê gefa darvekirinê: Rejîm ji hêza jinan ditirse
10:15 Hejmara nû ya kovara Jinê derket