RIHA - El Suhan, serokê ji eşîrên ereb Sebxayê ku Abdullah Ocalan nameyek ji wan re şand got: "Peyama Abdullah Ocalan bangek bû ji bo xurtkirina piştgiriya gel û hemû eşîran a ji bo HSD'ê. Eşîrên ereb di nav HSD'ê de ne."
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, heya niha name û peyam ji gelek derdoran re şandiye. Di çarçoveya hevpeymaniya ereb-Kurd de Abdullah Ocalan, demek berê ji eşîrên ereb ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re nameyek şand. Şêxê eşîra Sebxa Mihemed Tirkî El-Suhan ku li herêma Reqqa ya di bin banê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ye, diyar kir ku mirov di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bi wekhevî dijîn. El-Suhan bal kişand ser jiyan û kêfxweşiyên hevpar ên gelên cuda û got: "Mînak, dema ku Cejna Newrozê hat, me ew bi xwişk û birayên xwe yên Kurd re pîroz kir. Me eleqedar nedikir ku kî Kurd an ereb e. Me di navbera Kurd û ereban de tu cudahî hîs nekir."
LI REQAYÊ RÊVEBERÎ DI DEST EREBAN DE YE
El-Suhan diyar kir ku Reqa, bajarekî ku piraniya nifûsa wê ereb e, ji sedî 80'yê rêveberên wê rreb in û di navbera çandên niştecihên bajêr de tu cudahî tune. El-Suhan got: "Kurd bi Kurdî diaxivin, ereb bi erebî diaxivin. Dema ku ew dicivin, nîqaş û sohbet bi piranî bi erebî ne, ji ber ku gelek kes bi Kurdî nizanin. Çanda Kurdî jî beşeke ji çanda Sûriyeyê ye."
El-Suhan bi serdana xwe ya 10 roj berê ji bo bajarê Kobanê ji bo lihevhatina malbatên nelihev, potansiyela rêveberiya nenavendî û destpêşxeriya herêmî di çareserkirina pirsgirêkan de rave kir û got: "Ev civîn ji bo aştiya di navbera Kurdên nelihev de bû. Ne di navbera ereb û Kurdan de bû. Em wekî nûnerên ereb li wir bûn. Nêzîkî 60 şêx û kesayetên navdar ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî vê civînê bûn. Wekî şêxên eşîran, em jiyanekê dixwazin ku tê de gel di aştî, ewlehî û aramiyê de bijî. Ji ber vê yekê, em hikûmeteke nenavendî dixwazin."
'DIVÊ HER BAJAR JI ALIYÊ GELÊ XWE VE BÊ BIRÊVEBIRIN'
El-Suhan destnîşan kir ku di dema rejîma Esed de, rêveber ji bajarên cuda dihatin anîn û ji ber ku wan herêmê nas nedikir pirsgirêk çêdibûn û got: "Armanca me ew e ku her bajar ji hêla xelkê xwe ve were birêvebirin, mîna Heseke, Reqa û Dêra Zorê. Mînak, divê şaredarê Reqqayê ji wir be, ji ber ku ew kes tax, gund û mirovan nas dike. Li şûna ku kesekî biyanî were tayînkirin, divê rêberekî ku herêmê nas dike were tayînkirin."
El-Suhan anî ziman ku hin kom û dewlet hewl didin pêşî li avakirina pergaleke demokratîk li Sûriyeyê bigirin û got: "Armanca me ew e ku hikûmet kesî ji derve nehêle û her kes xwediyê mafên wekhev be. Ji ber ku Sûriye dewletek e ku ji Kurd, ereb, ermenî, çerkez, tirkmen, xiristiyan û gelek civakên din pêk tê. Em daxwaz dikin ku hikûmet van hemû civakan di nav xwe de bigire."
'ABDULLAH OCALAN AŞTIYÊ DIXWAZE'
El-Suhan bal kişand ser nameyek ku Abdullah Ocalan ji serokên eşîrên ereb re şandiye û got: "Abdullah Ocalan 20 salan li Sûriyeyê jiya. Ji ber vê yekê, ew eşîr û hemû civakên ereb ên li Sûriyeyê baş nas dike. Sedema ku Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derket, parastina gelê Sûriyeyê bû. Ji ber ku hêzên kapîtalîst û hegemonîk zext li ser Sûriyeyê zêde kiribûn û gefên dagirkirin û şer derketibûn holê. Abdullah Ocalan ji bo parastina gelê Sûriyeyê ku ew 20 salan di nav wan de jiyabû, çû. Peyama ku wî şand peyama aştiyê bû. Me ev peyam pêşwazî kir. Em dizanin ku ew aştiyê dixwaze. Em ji aştiyê hez dikin û aştiyê dixwazin. Em hêvî dikin ku aştî ji bo her kesî derbasdar be."
'EM DI NAV HSD'Ê DE NE'
El-Suhan destnîşan kir ku peyama Abdullah Ocalan îşaret bi yekîtiya eşîrên ereb û HSD'ê ji bo Sûriyeyeke demokratîk kiriye û got: "Eşîrên ereb jixwe beşeke ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) in. Ji damezrandina wê ve wan her tim piştgirî daye HSD'ê. Peyama Abdullah Ocalan bangek bû ji bo xurtkirina piştgiriya gel û hemû eşîran ji bo HSD'ê. Em vê piştgiriyê ji bo parastina axa xwe didomînin."
El-Suhan destnîşan kir ku wî li Sûriyeyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye û got: "Gelek kes wî nas dikin. Mînak, birayê min li Şamê pê re hevdîtin kir. Min ew nêzîkî du deqeyan dît û silav lê kir. Lêbelê, piştî komploya li dijî Ocalan û girtina wî, em armanc û ramanên wî yên rastîn hîn bûn. Piştre me fêm kir ku Abdullah Ocalan ji bo aştî, aramî û yekîtiya gelan têdikoşe. Em ji bo vê yekê jê re spasdar in. Peyamên wî ji bo me dilniya bûn. Di dema rejîma Baasê de, eşîr pir hatibûn paşguhkirin. Peyama ku Abdullah Ocalan, bi taybetî ji şêxên eşîran ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re şand, tê vê wateyê ku 'Mafên we ji we nayên standin; hûn ê kevirê bingehîn ê Rêveberiya Xweser û HSD'ê bin.'"
MA / Sema Bîngol