Dozgerê ku doza girtinê li HDP’ê vekir serdana Partiya ÎYÎ kir

  • rojane
  • 15:19 29 Îlon 2023
  • |
img
ENQERE - Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn ê ku doza girtinê li HDP’ê vekiribû, serdana koma Partiya ÎYÎ kir.
 
Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn ê ku doza girtinê li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) vekiribû, çû serdana koma Partiya Îyî ya li Meclisê. Bekîr Şahîn û yên li gel wî piştî nîvro çûn serdanê û nehat zanîn ku li gel kîjan serkirdeyê/a wê partiyê kirin e. Piştî serdanê Serokwekîlê Koma Partiya ÎYÎ Musavat Dervîşoglû, li gel Şahîn heta ber deriyê Meclisê hat û wî oxir kir. 
 
Hêjayî bi bîr xistinê ye doza girtinê ya HDP’ê ku ji aliyê Bekîr Şahîn ve hatiye vekirin, berdewam dike.