Hiqûqnasan li Banayê lêkolîn kirin

  • rojane
  • 18:01 29 Îlon 2023
  • |
img
ŞIRNEX- Şandeyeke ji rêxistinên civaka sivîl serdana gundê Bana kir ku zêdeyî 2 meh in di bin dorpêça leşkeran de ye. 
 
Gundê Bana yê bi ser navçeya Basa ya Şirnexê ve zêdeyî 2 meh in di bin dorpêça leşkeran de ye. Gundê ku ketin û derketina wê qedexe ye, di bin zext û gefa leşkeriyê de ye û ji ber vê şêniyên gund 15 roj in nikarin biçin nav bax û baxçeyên xwe û av bidin. Şandeya ku ji Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), OHD û Baroya Şirnexê pêkhatî li gund hin lêkolîn kirin. 
 
Şande li nava gund geriya û piştre bi şeniyên gund re civiya. Şandeyê pirsgirêkên ku welatî bi wan re rû bi rû dimînin, guhdar kirin. Şêniyên gund diyar kirin ku ew nikarin biçin baxçeyên xwe û ev agahî parve kirin: "Ev 16 roj in em nikarin biçin baxçeyên xwe. Baxçeyên me ji bêavî zer bûn. Fêkî u zebzeyê me hemû ji dest çûn. Em biçin baxçeyê dê me bikujin. “
 
Piştî hevdîtinê şande ji gund derket. Di demên pêş de dê şande rapora xwe bi raya giştî re parve bike.