Bang ji bo meşa li Licê
- jin
- 10:20
Jinên ku banga beşdarbûna meşa ku dê sibê li Licê bê lidarxistin kirin gotin: "Werin em mil bi mil dawî li van polîtîkayên fihûş û tiryakê bînin."
Jinên ku banga beşdarbûna meşa ku dê sibê li Licê bê lidarxistin kirin gotin: "Werin em mil bi mil dawî li van polîtîkayên fihûş û tiryakê bînin."
DEKAHDER’ê rapora xwe ya “Xizmetên Alîkariya Edlî” ya 6 mehan aşkera kir. Di raporê de hat diyarkirin ku li Kurdistanê ji her hezar jinan tenê yek ji wan dikare xwe bigihijîne alîkariya edlî.
Dayika Aştiyê Aliye Tîmur, jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiyê terxan kir, lê bêyî ku xeyala dîtina gorek ji bo kurê xwe pêk bîne, koça dawî kir. Dayikên Aştiyê diyar kirin ku ew ê ji bo pêkanîna xeyalên wê têkoşîna xwe bidomînin.
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), li Licê dê li dijî fuhûş, tiryak û polîtîkayên şerê taybet, meşeke girseyî bê lidarxistin.
Piştî ku Sûriye derbasî qonaxa hikumeta veguhêz bû, rewşa tevlihev serwer bû û tundî zêde bû. Di vê rewşê de jin bi şer û aloziyan re rû bi rû man û hin caran bedenên wan wekî amûrên zextê hatin bikaranîn.
Artemêt, di çarçoveya xebatên “Bajarê jinan” ên Desteya Rêveberiyên Herêmî ya DEM Partiyê de weke bajarê pîlot hatibû hilbijartin. Artemêt ku xwedî dîrokeke bi hezaran sala ye, dê bi vê projeyê re bêhtir derkeve pêş. Hevşaredara Artemêtê Rabîa Başak Koç, got ku ew ê navçeyê bi nêrîna jinê jinûve ava bikin.
Li gor rapora meha Mijdarê ya MKG'ê; rojnamevaneke jin hatiye binçavkirin, yek ji bo îfadeyê hatiye gazîkirin,3 lêpirsîn hatine vekirin, 2 doz hatine vekirin û li 5 rojnamevanan 2 al û 11 meh cezayê girtîgehê hatiye birin û girtina 3 rojanemavan û darizandina 12 rojnamevanên jin didome.
Danişîna Cîhan Oral ku Ayşe Înceyolê ligel bav û birayê wê kuşt û dêya wê bi giranî birîndar kir, dê sibê bê lidarxistin. Ji parêzerên dozê Rûken Guvenê diyar kir ku dema ku Ayşe Înceyol hat revandin û dest dirêjî wê hat kirin, cenderme û Oral peyam ji hev re şandine, lê xebatên lêgerînê nehatine zêdekirin.
Aktivîsta TJA'yê Yildiz Çetîn û endama DEM Partiyê Asli Ozdemîrê bal kişandin ser têkoşîna li dijî tundiya mêran û polîtîkayên şerê taybet û gotin: "Jin, ji bilî hev baweriya xwe bi kesekî naynin. Em bi hev re bihêz in."
Jinan bertek nîşanî tora fihûş û tiryakê ya li Licê dan û gotin ku divê niştecihên taxan ji bo jiholêrakirina vê pirsgirêkê, pêşengiya têkoşînê bikin.
Fehîme Firat a 44 salî ku hat îdiakirin li Pirsûsê ceyranê girtiye, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya meha Mijdarê aşkera kir. Hat gotin ku di Mijarê de 23 jin û 3 zarok hatine qetilkirin û 8 jin û 3 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.
Civaknas Yuksel Varhan a ku tevli xebatên li dijî tora tiryak û fihûşê ya li Licê derketibû holê bû, diyar kir ku tiryak û fihûş bi destê dewletê tê kirin û got: "Ji ber ku bi destê dewletê tê kirin, daraz bêkêr e."
Hejmara nû ya kovara Jinê bi manşeta “Lêgerînên komunî yên li dijî hilweşînên civakî” derket.
Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya ya ku tevlî civînên li dijî tora fihûşê ya li navçeya Licê bû, diyar kir ku ew ê der barê rewşên gumanbar ên di têkiliyên di xebatan de derketine holê lêkolînan bikin û got ku ew ê di vê çarçoveyê de komîsyonan ava bikin.