Hevserokê BEKSAV’ê Uçar hate berdan

  • rojane
  • 16:25 29 Îlon 2023
  • |
img
STENBOL - Hevserokê BEKSAV’ê Ahmet Uçar piştî îfadeya li dozgeriyê hate berdan. 
 
Hevserokê Lêkolînên Zanist Perwerde Estetîk û Çandê (BEKSAV) Ahmet Uçar duh li Balafirgeha Sabîha Gokçenê hate binçavkirin. Uçar ku li Midûriyeta Cendirmeyan a Stenbolê dihat ragirtin, anîn Edliyeya Stenbolê. Uçar, piştî îfadeya li dozgeriyê hate berdan. Hat zanîn ku li ser îfadeya şahidekî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derheqê Uçar de lêpirsîn hatiye destpêkirin.