Dayikên/Mirovên Şemiyê bi ledanê hatin binçavkirin
- rojane
- 12:13 30/9/2023
Polîsên ku meşa Dayikên/Mirovên Şemiyê ya ber bi Qada Galatasarayê ve astengkirin, bi ledanê gelek kes binçavkirin.
Polîsên ku meşa Dayikên/Mirovên Şemiyê ya ber bi Qada Galatasarayê ve astengkirin, bi ledanê gelek kes binçavkirin.
Dadgehê cezayê bersûc Hakan Alkan kû bû sedema mirina Mehmet Ûytûn ê 18 mehî kêm kir û tenê 3 sal û 4 meh cezayê hepsê lê birî. Dadgehê ji sedema kêmkirina ceza re ‘pengizîna kapsulê’ nîşan da.
HDK, DBP, TJA, HDP, Partiya Çepên Kesk, Dayikên Aştiyê û rêxistinên sivîl di salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê banga rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin û wiha gotin: “Em ê ji her herêmê, ji çar hêlan ve ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Azadiya birêz Ocalan; azadiya me hemûyan e, azadiya bindestan e.”
Kurdî di Wîkîferhengê de zimanê farisî, tirkî û erebî derbas kir û bû 8'emîn zimanê herî dewlemend ê cîhanê.
Siyasetmedar Ahmet Farûk Unsal diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di çareserkirina pirsgirêka kurd de aktorek gelek grîng e û di sedsala nû de bêçareserî dê neyê domandin û divê gavên nû bên avêtin.
Hevseroka Giştî ya DAD'ê Kadriye Dogan, diyar kir ku dê di kongreya şaxa xwe de li dijî polîtîkayên asîmlasyonê û êrişên li hemberî elewiyan, xeteke têkoşînê ya nû diyar bikin.
Dadgeriya Înfazê ya 2'yan a Enqereyê, daxwaza girtiyan a ji bo destikê paspasê û xortima avê, bi hinceta "ewlehiyê" red kir.
Girtiyên ku bi daxwaza berdana girtiyên nexweş çalakî li dar xistin, di çaçroveya lêpirsîna dîsiplînê de îfade dan.
Li Hezexê di lêpirsîna der barê 5 kesan de ku ji ber tevli çalakiyên Kobanê bûne hat destpêkirin, bi hinceta "bi şîroveyan hukum nayê dayîn" biryara neşopandinê hat dayîn.
Welatiyên Pirsûsê ku têkildarî mîhrîcana ku ji aliyê qeyûm ve wê li Pirsûsê bê lidarxistin axivîn û diyar kirin ku pêdiviya wan bi mîhrîcana qeyûm tune ye û lê hewcedariya wan bi çêkirina rê û rakirina toz û dûmana li navçeyê heye.
Masûm Ozen ê li dijî tecrîda Îmraliyê di sala 2013’an de xwe şewitand, di nameya li pey xwe hişt de diyar kir ku heta gelê kurd negihe armanca xwe têkoşîn naraweste û wiha got: “Divê hebûna Rêber Apo were qebûlkirin û ji jiyana azad a bi Rêber Apo re amade bibin.”
Parêzer Cengîz Yureklî diyar kir ku komploya navneteweyî konsepteke kesên komplo plan kirin û birêxistin kirin e û wiha got: “Niha ji bo azadiya birêz Ocalan bingeheke hiqûqî çêbûye. Lê ji bo vê têkoşîna civakî û polîtîk girîng e.”
Leşkerên dewleta tirk ciwanekî ku hewl da biçe Bakurê Kurdistanê, qetil kirin.
Li gundê Sikêrê yê navçeya Amêdiyê, di encama bombebarana artêşa tirk de 25 donim zeviyên gundiyan şewitîn.