Tiştên li Helebê diqewimin û hesabên Şamê
Di pêvajoyeke wiha de ku her du alî li ser Peymana 10'ê Adarê nêzî lihevkirinê bûn, konsepta ku li Helebê hat pêkanîn, careke din nîşan da ku Kurd ne hedefeke hêsan in. Lêbelê, îhtimala ku Şam, li gorî daxwazên Enqereyê tevbigere û li deverên mîna Reqayê jî heman tiştan provakasyonan biceribîne zêde ye.
Êrişên li ser Helebê rêya Şamê diyar dikin
Êrişên li ser Helebê bi awayekî zelal rêya siyasî ya ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê daye ser, nîşan dide. Tiştên ku diqewimin, didin der ku li şûna veguherîneke demokratîk, ji nû ve avakirineke navendî esas tê girtin.
Gelo tiliya Tirkiyeyê di êrişên ser Helebê de heye?
Êrişên komên paramîlîter ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yên li dijî taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê didomin. Êrişên ser Helebê, weke bandora polîtîkaya Tirkiyeyê ya li dijî Kurdan tê nirxandin.
Zapatîstayî li benda dewletê neman xweseriya xwe ava kirin
Zapatîstayî ji dêleva ku li benda dewletê bimînin, bi derfetên xwe jiyanekî kolektîf ava kirin. Ew di qadên çandinî, edalet, tenduristî, perwerde û rêveberiyê de pratîkekî afirîner nîşan didin.
Li Îrlandaya Bakur modela 'rêveberiya hevpar'
Pêvajoya şer û pevçûnan a li Îrlandaya Bakur, piştî muzakereyan bi sepana “modela hevpar” bi dawî bû.
DAIŞ xwe jinûve birêxistin dike: Bi hezaran hucreyên wê ji bo êrişê li benda firsendê ne!
Bandora DAIŞ’ê ya li Sûriyeyê her ku diçe zêdetir dibe û xwe dibin pêşengtiya Muhammed Saîd Silebî de jinûve birêxistin dike. Tê gotin ku 4 hezar hucreyên rêxistinê niha ji bo bikevin nava tevgerê li benda firsendê ne.
Li Kolombiyayê 'edaleta dema veguhêz' aştî mayînde kir
Li Kolombiyayê veguherîna pêvajoya şer a nêzî 60 salî ber bi aştiyê ve, bi gavên di çarçoveya edaleta dema veguhêz de pêkan bû.
Pêvajoya Spanya-Katalonyayê: Înkar bi dawî bû, dora azadiyê ye
Gelê Katalan bi pêvajoyên muzakereyê gelek mafên xwe bi dest xistin û têkoşîna xwe ya serxwebûnê didomînin. Serokê berê yê Katalonyayê Pere Aragones got: "Amanca me ew bû ku zext bi dawî bibe û azadiya gelê me pêk bê. Me amanca yekemîn pêk anî, çareseriya siyasî li ser masê ye."
Veguhêziya ji nîjadperestiya 'spî' ber bi demokrasiyê ve
Rejîma apartheid a nijadperest a li Afrîkaya Başûr, bi misogerkirina mafên rengên çerman û qebûlkirina hevdu hat têkbirin. Siyasetmedar û hiqûqnasê Afrîkaya Başûr Mohammed Bhabha got: "Sedema serkeftina me ev bû ku me pêvajo ji jêr ber bi jor ve ava kir."
Mifteya çareseriyê: Qanûnên veguhêz in
Di veguherîna pêvajoyên çareseriya şer ber bi qonaxeke pozîtîf de, qanûnên veguhêz an jî verastkirinên hiqûqî xwedî girîngiyeke jiyanî ne.
Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedalê diyar kir ku dewrkirina desthilatdariya darayî û siyasî ji bo rêveberiyên xwecihî welat parçe nake, berevajî wê xurt dike. Neslîhan Şedalê got ku divê walî û hemû rêveberên xwecihî bi hilbijartinê werin diyarkirin.
Mehmet Altan: Heya siyaset demokratîk nebe dê pirsgirêk çareser nebin
Rojnamevan û nivîskar Mehmet Altan bal kişand ser ku li Tirkiyeyê siyaset li gorî nijad, ol û mezhebê tê kirin û got: "Bêyî demokratîkbûna saziya siyasetê, şensekî Tirkiyeyê tune ye ku pirsgirêkên xwe çareser bike."
Bajarê herî qelebalix ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
Hevşaredarek Şaredariya Qamîşloyê Suryanî û yek jî Kurd e. Hemû biryar li gorî komun û meclisan tên girtin. Her çend kapasîteya binesazî û avahîsaziyê ji bo pêkanîna pêdiviyên nifûsê têrê nake jî, avahiyeke rêxistinkirî heye ku birînên xwe derman kiriye û tevî ambargoya giran jî li ser pêyan e.
HSD, wê entegreyî kê bibe!
Her çend Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler di bin navê entegrasyonê de gef li HSD'ê dixwe û zextê li wan dike ku teslîmî HTŞ'ê bibin jî, li qadê artêşek tune ye ku HSD karibe pê re entegre bibe.
Piştî DAIŞ’ê Reqa: Yên ku wehşet dîtine bajêr bi rê ve dibin
Reqaya ku bi komunan ji nû ve di nava xweliyên xwe de geş bûye, şopa wêraniyê lê nemaye û bi 3 zimanan xizmetê dide. Hevserokê Meclisa Gel Mişlep Turkan got: "Min qet nedianî bîra xwe ku ez ê rojekê bi jinekî re bajêr bi rê ve bibim." Hevseroka Meclisa Gel Hêvîn Îsmaîl jî diyar kir ku, "Em ji kesên ku malbatên me tune kirine re dibêjin ‘Hûn bi xêr hatin.’ Ji ber ku em dixwazin îdeolojiya hatiye bicihkirin biguherînin."