WAN - Şêrîn Hesen ku di sala 2017’an de li Efrînê Nagihan Akarsel nas kiribû, got: “Jineke berxwedêr bû. Lewma bû hedefa deweleta mêrserdest.”
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û rojnameger Nagihan Akarsel di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federe ya Kurdistanê di encama êrişeke sûîqestê de hate qetilkirin. Bi ser qetilkirina wê re 3 sal derbas bûn lê hêj tu kesek nehatiye darizandin. Çendek roj piştî qetilkirina Nagihan Akarsalê, Sefîrê Tirkiyeyê yê Iraqê Alî Riza Gunay bi daxuyaniyekê li xwe mikûr hat ku sûîqet ji hêla wan ve hatiye kirin lê dîsa jî piştperdeya wê tarî hate hiştin.
Nagihan Akarsel, di sala 1977’an de li gundê Golyazi yê navçeya Cîhanbeylî yê Konyayê ku Kurdên bi darê zorê ji xaka xwe hatine koçberkirin lê dijîn, ji dayik bû. Nagihan Akarsel, piştî naskirina têkoşîna azadiyê di navbera salên 2001-2007’an de di girtîgehê de ma. Bi tehliyebûnê re di Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) de dest bi xebatan kir û di pêşxistina rojnamegeriya jinê de xebatên girîng kir. Di navbera salên 2008-2014’an de di xebatên Çapemeniya Azad de xebitî û piştre jî tev li xebatên Jineolojiyê bû. Nagihan Akarsel ku li pey şopên dîroka jinê ya hatiye windakirin ket, li pey heqîqetê çû û rastî nivîsand. Yek ji avakarên Gundê Jinwarê ye ku di 25’ê Mijdara 2018’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate avakirin. Her wiha li Efrînê li pey sembolên jinan ket û li Herêma Federe ya Kurdistanê ji bo avakirina bîra jinan dest bi xebatên pirtûkxaneyê kilr. Demekî dirêj li Rojava jiya û ji Efrînê heta Qamişloyê, ji Dirbêsiyê heta Minbicê di gelek qadan de xebitî û bandoreke mezin li ser jiyana her kesên nas kiribû kir.
Yek ji xwendekarên Nagihan Akarselê, Cîgira Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û endama Akademiya Jineolojiyê ya Rojhilata Navîn Şêrîn Hesen têkildarî Nagihan Akarselê axivî.
‘KELECANA WÊ BANDOR LI ME JÎ DIKIR’
Şêrîn Hesen, da zanîn ku di sala 2017’an dema li Efrînê xebatên Kongra Starê dimeşand Nagihan Akarsel nas kiriye û pêvajoya nivîsandina xebatên Nagihan Akarselê yên di 21’ê Sibata 2018’an de li ser malpera Ajansa Mezopotamyayê (MA) weke 5 dosyayên bi navên “Ji merceka Jineolojiyê Efrîn” hatin weşandin jî wiha vegot: “Cara ewil bû Nagihan hatibû Efrînê. Wê demê em bi hev re li Efrînê geriyan. Nagihanê dixwest Efrînê, dîroka bajar nas bike û bizane. Pirsên weke ‘Wateya peyva Efrînê çi ye?’, ‘Dîroka wê çi ye?’ û hwd. ji me û ji kesên cihên lê digeriya dipirsiya. Beriya Nagihanê tu kesekî ev pirs ji me nekiribûn. Hewl dida bersiva van pirsan hîn bibe û dixwest cihên dîrokî û pîroz nas bike. Kelecana wê bandor li me jî kiribû. Moralê wê pir baş bû. Me ew wisa nas kir.”
Bi domdarî Şêrîn Hesenê got ku bi nêzikatiya xwe ya li dijî mirovan û bi îradeya xwe Nagihan Akarselê li her cihê diçûyê bandor li mirovan dikir û ev tişt anî ziman: “Moral, hezkirin û hêz dida mirovan. Hezkirina xwe dida civak û xwezayê. Nîşanî me da ku em çawa dikarin li cewhera xwe vegerin û çawa dikarin bibin mirovên xwedî îrade. Rêyên bersivandina pirsên weke ‘Ez kî me?’, ‘Ez çi me?’ û ‘Çi bi serê min hat?’ nîşanî me da.”
JI NAGIHANÊ HÎNÎ JINEOLOJIYÊ BÛ
Di berdewamê de Şêrîn Hesenê destnîşan kir ku Nagihan Akarselê di xebatên Jineolojiyê de têkiliya di navbera “xweza û jinê” de lêkolîn dikir û bi sekna xwe ya jin dixist nava lêgerîn û lêpirsînê bandoreke mezin li jinên Efrînî kiriye. Şêrîn Hesenê da zanîn ku tespîtên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarî Jineolojiyê cihekî mezin di jiyana Nagihan Akarselê de digirt û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me jî di çarçoveya banga Rêber Apo de dest bi xwendinên Jineolojiyê kir. Lêbelê me zanist di asta dihat xwestin de fêm nedikir. Bi hatina Nagihanê re me ev kêmasiya xwe temam kir. Nagihanê tenê ders nedida, her tiştek peyv bi peyv vedigot. Dersa wê ya ewil li ser têkiliya di navbera jin-jiyanê de bû. Van dersan berê me dan cewhera me û me êdî wate da dîroka xwe.”
DÎROKA EFRÎNIYAN VEGOT
Şêrîn Hesenê bi lêv kir ku di dersên Jineolojiyê yên Nagihan Akarselê de wan rûyê rast ê zanista pozîtîvîst nas kirine û wiha pê de çû: “Me di van dersan de ferq kir ku mirov hatine mekanîkkirin. Nagihanê gelek tişt hînî me kir. Tevî ku demekî dirêj li vir nemabû jî ev bandor kir. Li Efrînê em derbasî meydanekê bûbûn. Li meydan, xweza û çiyayên Efrînê nihêrt û got ‘Hûn dizanin ka Efrînê çiqasî li ber xwe daye? Gelê li vê derê, vê erdnîgariyê çiqasî li ber xwe daye hûn dizanin?’ Me bersiva vê pirsê nedizanî lê wê dizanî. Ji me re got; ‘Mirov çawa li xakekî wiha ya li dora wê çiyê, rûbar, darzeytûn hene dijî lê vê kedê nabîne...’ Xwe hêrs kir. Got ku darên zeytûnan bi kedeke mezin tên mezinkirin. Cara ewil Nagihanê ji me re got ku Efrîn bi destê jinan hatiye avakirin.”
'BÛ HEDEFA DEWETLA MÊRSERDEST’
Şêrîn Hesen, da zanîn ku mirina Nagihan Akarselê bandoreke mezin li ser hemû jinên ji wê ders girtibû kiriye û axaftina xwe wiha qednd: “Hedefgirtina Nagihanê ne tiştekî rasthatî bû. Nagihan, bû hedefa dewleta mêrserdest. Tirkiyeyê û sîxûrên MÎT’ê yên li Herêma Kurdistanê Nagihan hedef girtin. Nagihanê bi dîroka jinê dizanî, kesek a berxwedêr û bibandor bû. Ya dikeve ser milê me jinan jî mezinkirina mîrateya wê ye. Nagihanê, ji bo dîroka jinan, ji bo zanista jinan derxe holê kedeke mezin da, fedekariyeke mezin kir. Ji bo Jineolojiyê kedeke mezin da. Divê em hêjayî wê bin û rêya wê bişopînin. Mezinkirina xebatên wê dê bibe bîranîna wê.”
MA / Ceylan Şahînlî