Dadgehê bi heman îdiayê du caran ceza li siyasetmedar birî
- rojane
- 13:37 11/10/2023
Du caran ji ber îdiaya “endamtiya rêxistinê” bi giştî 12 sal û 6 meh cezayê hepsê li Hevserokê HDP’a Pirsûsê yê berê Ahmet Yenîlmez hat birîn.
Du caran ji ber îdiaya “endamtiya rêxistinê” bi giştî 12 sal û 6 meh cezayê hepsê li Hevserokê HDP’a Pirsûsê yê berê Ahmet Yenîlmez hat birîn.
Bi hinceta ku di xutbeyê de bi kurdî axaftibûn der barê 23 endamêm DÎAYDER’ê de doz hatibû vekirin. Dozger dê têkildarî dozê mutalayê amade bike.
Li Rihayê 36 penaberên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Navenda Paşveşandinê ya Rihayê dihatin ragirtin radestî Artêşa Sûriyeyê ya Azad hatin kirin. Malbatan diyar kir ku ew ji xizmên we agahî nagirin û ji ewlehiya wan bi fikar in.
Di serdagirtinên malan ên li 9 bajaran de herî kêm 31 kes hatin binçavkirin.
Endamên Hêzên Têkoşîna li Dijî Hişbirê ku di encama êrişa dewleta tirk de hatibûn qetilkirin, ji hêla bi hezaran kesan ve tên oxirkirin.
Parêzer Fatma Demîrer diyar kir ku hevserokên HDP’a Îzmîrê û navçeyên wê bi çalakî û xwepêşandanên partiyê hatine sûcdarkirin û wiha got: “Pirsên weke ‘tu çima tev li xebatên jinan bûyî’ ji miwekîlên min kirin.”
Înan Demîr ku ji ber tevlibûna merasîma definkirina cenazeyê Mîr Perwer tê darizandin, diyar kir ku dozgerî di danişînê de heqaret li Perwer kiriye û gotiye: “Divê mirov van tevekan bişewitîne.”
DBP, Partiya Çepên Kesk, TJA û MED TUHAD-FED'ê û partiyên Kurdistanî bi boneya êrişên li dijî Rojava şermezar bikin bi hevre civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevseroka DBP'ê Aydenîz anî ziman ku ferqa êrişên Tirkiyeyê û DAIŞ'ê ji hev tune ye
Di dema qedexeya derketina derve ya li Sûrê de zaroka 12 salî Helîn Hasret Şen dema ji bo nan derketî derve, ji hêla polîsan ve hate qetilkirin. Bi ser qetilkirina Şen re 8 sal derbas bûn. Dayik Nazmiye Şen got ku dê dev ji doza xwe bernede û parêzer Abdullah Zeytun jî diyar kir ku ji destpêkê heta niha di dosyayê de pratîka necezakirnê heye.
Erem Şenturk ku qaşo şîrovekar e li ser hesabê xwe yê X’ê gelek kesan bi “dezenformasyonê” sûcdar kir û wêneyê zarokê ji rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibû şewitandin, bi navê “Îsraîlê vî zarokî şewitandiye” parve kir.
Emîn Gurban ê li Girtîgeha Ereglî ya Konyayê girtî ye, ew ji ber êşa di sînga wî de radikin nexweşxaneyê. Ji ber xitimandina damarê dilê xwe anjiyo dibe.
Li polîsê ku bi wesayîta zirxî pêl Cîhan Can kiribû û bûbû sedema mirina wî, rojê 20 TL û bi giştî 21 hezar TL cezayê pereyan hat birîn. Di hinceta biryarê de wiha hat gotin: "Rewşa aborî û civakî ya bersûc li ber çavan hatiye girtin."
Şaredariya Hezexê ku 8 sal in ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, heta niha pirsgirêkeke gel jî çareser nekiriye. Hevşaredara navçeyê Songul Erden ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin diyar kir ku qeyûm deskeftiyên jinan hedef girt, tundiya li ser jinan zêde bû û navçe ji jinan re kirin girtîgeh.
Goristana Şehîd Rojhat Belûzerî ya li herêma Besta ya Şirnexê ji aliyê leşkeran ve hate rûxandin.