Di Doza GOÇÎZDER’ê de mutala bê amadekirin
- rojane
- 12:55 12/10/2023
Di danişîna 4’emîn a doza rêveber û hevserokên GOÇÎZDER’ê lê tên darizandin de ji bo mutalaya derbarê esasê de bê amadekirin dosya pêşkeşî serdozgeriyê hate kirin.
Di danişîna 4’emîn a doza rêveber û hevserokên GOÇÎZDER’ê lê tên darizandin de ji bo mutalaya derbarê esasê de bê amadekirin dosya pêşkeşî serdozgeriyê hate kirin.
Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 31 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Zarokê bi navê Mihemed Hemîd ku di sala 2019’an de li Serêkaniyê bi çekên qedexekirî yên dewleta tirk hatibû birîndarkirin û qaşo şîrovekar Erem Şenturk ew weke zarokekê filistînî nîşan dabû, diyar kir ku daxwaza wî ew e ku ji dewleta tirk hesab bê pirsîn.
Dadgeha Destûra Bingehîn nirxandina serlêdana takekesî ya parlamenterê girtî yê TÎP’ê Can Atalay, taloqî dîrokeke pêş kir.
Rêveberê KNK’ê Adem Ûzûn da zanîn ku pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ku dostên gelê kurd daye destpêkirin, dê bi aktîvîteyên weke seminer, konferans, konser, serdan û mitîngan bê berfirehkirin.
Li gundê Bana yê Basayê ku ev ji du mehan zêdetir e di bin dorpêçê de ye, şeniyên gund 29 roj in nikarin biçin nav baxçeyên xwe.
Poşmantî li Îzzettîn Sevîlgen ê 30 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê tê ragirtin û berdana wî 4 caran hate taloqkirin, tê ferzkirin.
Dadgeriya Înfazê ya Amedê, girtiyên parastina xwe bi kurdî kirin wekî "dest ji parastinê berdane û mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anîne" hesibandin.
Li Şirnexê di înşeata nexweşxaneya ku tê payîn dê di 2024'an de bê temamkirin, tenê 5 karker dixebitin.
Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Rencus diyar kir ku Tirkiyeyê bi destûra DYA'yê êriş birine ser Bakur û Rojhilata Sûriyeyê û got ku bi vê armanc sînordarkirina hêza kurdan e, lê belê ev ne pêkan e.
Hevşaredarên li herêma Botanê bertek nîşanî vegûhestina dengên cerdevanan ên li navenda navçeyan dan û gotin: “Şaredarî ne bi diziyan û bi hîleyan bi vîna gel tê hilbijartin. Dev ji van polîtikayên binpêkirina vîna gel berdin."
Bîlal Şahîn ê HPG'î ku li herêma Omeriyan jiyana xwe ji dest da, li gundê xwe hat veşartin.
Li bajarokê Sengeserê ji aliyê Sînan Demîryurek ve ku tê gotin endamê MÎT’ê ye, êrişeke çekdarî li kesekî ji Başûrê Kurdistanê hat kirin. Welatiyê Başûrê Kurdistanê ku di encama êrişê de birîndar bû, bersiv da êrişkar û ew kuşt.
Bahrî Dag ku di sala 1993'yan de hatibû girtin, piştî 30 salan ji girtîgeha Xarpêtê derket.