Xwest sûcê Tirkiyeyê veşêre û sûc bixe stûyê Îsraîlê!

  • rojane
  • 10:19 11 Cotmeh 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Erem Şenturk ku qaşo şîrovekar e li ser hesabê xwe yê X’ê gelek kesan bi “dezenformasyonê” sûcdar kir û wêneyê zarokê ji rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibû şewitandin, bi navê “Îsraîlê vî zarokî şewitandiye” parve kir. 

 
Erem Şenturk ku qaşo şîrovekar e li ser hesabê xwe X’ê xelkê xelet agahdar kir û xwest êrişên Tirkiyeyê yên li ser rojavayê Kurdistanê veşêre û sûcên li rojavayê Kurdistanên tên kirin, bixe stûyê Îsraîlê. Şenturk gelek kesan bi “dezenformasyon" sûcdar kir û wêneyê Muhammed Hamid ê 13 salî ku di êrişên Tirkiyeyê yên di cotmeha 2019’an ên li dijî Serêkaniyê de hatibû şewitandin wek zarokek Filistînî nîşan da û bi navê “Îsraîlê vî zarokî şewitandiye” parve kir. 
 
Li ser X’ê bi hezaran kes nerazîbûn nîşanî Şenturk da û diyar kirin ku Muhammed Hamid di encama çekên qedexekirî yên ku Tirkiyeyê bikar aniye de birîndar bûye. Şenturk ê hewl da sûcên Tirkiyeyê veşêre li ser bertekan neçar ma ku parvekirina xwe rake.