Li Bagokê operasyon, li Omeriya şer
- rojane
- 08:38 11/10/2023
Li aliyekî hê operasyona li Çiyayê Bagokê didome li aliyekî din jî hat ragihandin ku li herêma Omeriya jî di navbera endamên HPG’ê û leşkerên tirk de şer diqewime.
Li aliyekî hê operasyona li Çiyayê Bagokê didome li aliyekî din jî hat ragihandin ku li herêma Omeriya jî di navbera endamên HPG’ê û leşkerên tirk de şer diqewime.
irkiyeyê êrişî Bendava Şehbayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Di bîranên ji bo kesên di Komkujiya 10'ê Cotmehê ya li Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, wiha hat gotin: "Em kujeran nas dikin, em ê jibîr nekin."
HSD’ê da zanîn ku hêzên wan li çoltarê navçeya Zirganê baregehên leşkerî yên dewleta tirk hedef girtine û di çalakiyan de 4 leşker hatine kuştin.
Di êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê de leşkerek hate kuştin.
Li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampanyaya îmzeyan a navneteweyî hate destpêkirin.
Siyasetmedara kurd Ayla Akat Ata di Doza Kobanê de wiha got: “Rêbaza çareseriyê; guftûgo û muzakere ne. Nifte; avêtina gavên di asta destûra bingehîn de yên ji bo pêkvejiyaneke bi dilxwazî yên li ser esasên wekhevî, azad û adilane.”
Di danişîna doza têkildarî kuştina Erhan Eser ê bi guleya polîsan li Stenbolê hate qetilkirin hatiye vekirin de, daxwaza girtina polîsê bersûc nehate qebûlkirin û ji ber guherîna dozger tu biryar nehate dayîn.
Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê Zekiye Îlbasan bi îdiaya “Li dijî polîsan li ber xwe daye” hate girtin.
Hevberdevkê Lijneya Şopandina Girtîgehan a Şaxa OHD’a Rihayê Serhat Kurt da zanîn ku li du girtîgehên cuda înfaza 11 girtiyan bi awayekî keyfî hatine taloqkirin û bang li CPT, Wezareta Dadê û Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê kir ku bi peywira xwe rabin.
Dostên gelê kurd li 74 navendan daxuyanî dan çapemeniyê û pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî' dan destpêkirin.
Partiya Çepên Kesk ji bo 10’ê Cotmehê ku Komkujiya Gar a Enqereyê hatibû kirin weke “Roja Bîranîn û Şînê” were îlankirin pêşniyarqanûn da Meclisê.
Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gara Enqereyê li gelek bajaran hatin bibîranîn. Di çalakiyên bîranînê de wiha hate gotin: “Tu kes nikare vê hafizeyê jê bibe.”
Rêveberiya Xweser ku di salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ya ji aliyê dewleta tirk û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê ve hatin dagirkirin daxuyaniyeke nivîskî weşand, diyar kir ku Rizgirkirina herêmên dagirkirî armanca wan a stratejîk e û jêveneger e.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo 29 xwendekarên di êrişa li ser Akademiya Têkoşîna Li Dijî Hişbirê de jiyana xwe ji dest dan, derabe nehatin vekirin.