Endamên Hêzên Têkoşîna li Dijî Hişbirê bi girseyî tên oxirkirin

  • rojane
  • 11:44 11 Cotmeh 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Hêzên Têkoşîna li Dijî Hişbirê ku di encama êrişa dewleta tirk de hatibûn qetilkirin, ji hêla bi hezaran kesan ve tên oxirkirin. 

 
Di encama êrişa dewleta tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 23 endamên Hêzên Têkoşîna li Dijî Hişbirê hatibûn qetilkirin. Her 23 endam jî li Dêrik, Qamişlo û Hesekê ji hêla bi hezaran kesan ve tên oxirkirin. 
 
Bi hezaran kesên li bajarên Dêrik, Qamişlo û Hesekê dijîn, di saetên serê sibehê de berê xwe dan Nexweşxaneya Gel a Dêrikê û nexweşxaneyên Qamişlo û Hesekê li pêşiya morgan kom bûn. 
 
Welatiyên ku cenazeyên her 23 endaman wergirtin, ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik a Dêrikê, Goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê û Şehîd Dijwar a Hesekê ve ketin rê.