Dadgehê bi heman îdiayê du caran ceza li siyasetmedar birî

  • rojane
  • 13:37 11 Cotmeh 2023
  • |
img
RIHA - Du caran ji ber îdiaya “endamtiya rêxistinê” bi giştî 12 sal û 6 meh cezayê hepsê li Hevserokê HDP’a Pirsûsê yê berê Ahmet Yenîlmez hat birîn. 
 
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Pirsûsa Rihayê Ahmet Yenîlmez û Abdullah Aksû û Mehmet Beyhan li Rihayê bi îdiaya xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi rê ve birine û endamên wê ne bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz li wan hatibû vekirin. Ji darizandina siyasetmedaran biryara derket. Danişîna 4’emîn a dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat lidarxistin. Parêzerê Aksu û Yenîlmez, Hîdayet Enmek û rêveberên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) beşdarî danişînê bûn. 
 
Di destpêka danişînê de nasnameyên siyasetmedaran hat xwendin. Dozger der barê Abdullah Aksû de biryara beraetê da û xwest Yenîlmez û Beyhan bên cezakirin. Parêzer Hîdayet Enmek diyar kir ku delîlên heyî têr nakin  û xwest der barê miwekîlên wî de biryara beraetê bê dayîn. 
 
2 CARAN BI HEMAN ÎDIAYÊ CEZA BIRΠ
 
Şandeya dadgehê dosyeyek cuda ya bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” der barê Yenîlmez de hatiye vekirin li vê dosyeyê zêde kir û 2 caran ji sûcê “endamtiya rêxistinê” bi giştî 12 sal û 6 meh ceza lê birî. Dadgehê cezayê navborî jî bi gotina “dema dosyeya ji hev dûr e” parast û hinceta cezakirinê nîşan da. 
 
Her wiha şandeya dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh jî ceza li Abdullah Aksu birî û der barê Mehmet Beyhan de jî biryara beraetê da.