Gorên berxwedêrên 'Jin, jiyan, azadî' bi girseyî hatin ziyaretkirin
- rojane
- 12:13 21/4/2023
Gorên kesên di çalakiyên berxwedana “Jin, jiyan, azadî" de jiyana xwe ji dest dayîn bi girseyî hatin ziyaretkirin.
Gorên kesên di çalakiyên berxwedana “Jin, jiyan, azadî" de jiyana xwe ji dest dayîn bi girseyî hatin ziyaretkirin.
Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Nûray Ozdogan got ku di mutalaaya Doza Kobanê de ewraqê nû li dosyayê hatine zêdekirin, mafê parastinê hatiye binpêkirin û ev tişt anî ziman: “Dadgehê, ji bo pêvajoya hilbijartinê tişta jê dihat xwestin pêk anî.”
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê bi boneya Cejna Remezanê çûn serdana gora Serokê HEP’a Amedê Vedat Aydin ku di sala 1991’an de hatibû qetilkirin. Di serdanê de hate gotin ku alaya têkoşînê îro ji hêla bi milyonan kesan ve tê libakirin.
Di îdianameya rojnamevan Elîf Ungurê de, hem hatiye gotin "der barê gumanbarê de delîl bi dest neketine" hem jî hatiye xwestin bi "endamtiya rêxistinê" bê cezakirin.
Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Hatayê Kerem Nalbant diyar kir ku hedefa wan ew e ku li bajar herî kêm 2 parlamenteran derxînin.
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Semsûrê Azîz Koçak wiha got: "Bertekên gel ên li dijî desthilatê pir mezin in, gel êdî guherînê dixwaze."
Endama Koordînasyona Hilbijartinê ya Derveyî Welêt a Partiya Çepên Kesk Nûrsel Aydogan, bi dirûşma "Dengek dikare dîktatorekî hilweşîne" bang li hilbijêrên Ewropayê kir û got ku armanca wan rêjeya ji sedî 49.9 a diçe ser sindoqan bikin ji sedî 65.
Hevberdevkê Koordînasyona Karên Hilbijartinê ya Stenbolê ya Partiya Çepên Kesk Ramazan Yavûz, diyar kir ku li 39 navçeyên Stenbolê xebatên wan ên ji bo ewlehiya hilbijartinê didomin û got ku roja hilbijartinê parêzer, berpirsên dibistanan û muşahid jî di nav de dê 68 hezar û 500 kesî peywirdar bikin.
Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ên Manîsayê anîn ziman ku li Manîsayê armanca wan herî kêm parlamenterek e û wiha gotin: "Parlamenterê me dê bibe deng û wijdanê yên vederkirî."
Namzetê parlamenteriyê ya Agiriyê ya Partiya Çepên Kesk Heval Bozdag, diyar kir ku desthilata AKP'ê di 20 salan de bi polîtîkayên xwe yên di bin navê "veguherandina tenduristiyê" de mafê tenduristiyê yê civakê xesp kiriye û li dijî xespkirina mafê tenduristiyê îşaret bi piştgiriya ji bo Partiya Çepên Kesk kir.
Li Bazarcixê ji ber bahozê 2 welatiyan jiyana xwe ji dest da û herî kêm 150 kes jî birîndar bûn.
Li Bazarcixê şilî bariya û bahoz rabû. Ji bo mexdûrên erdhejê ku zirar ji bahoz û şiliyê dîtin, maseyeke krîzê hat danîn.
Rêxistina HDP'ê ya Amedê û MEBYA–DER bi boneya cejnê serdana goristanan kirin.
Ferît Şenyaşar di Nobeda Edaletê de axivî û got: “Wê di 14’ê Gulanê de îktidara ku darazê dîl girtiye biçe û edalet, azadî û demokrasî were Tirkiyeyê.”