ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2023'YAN
- rojane
- 09:00 22/4/2023
Hevserokê HDP’ê yê Giştî Mîthat Sancar ê li navçeya Erzînê di civîna gel a veguherî mitîngê de axivî, li hemberî coşa gel wiha got: “Hatay ji hilbijartina 14’ê Gulanê re amade ye.”
Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Sirri Sureya Onder ku di vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Semsûrê de axivî, destnîşan kir ku ev hilbijartin xwedî girîngiyeke dîrokî ye û got: "Her hilbijartin pir girîngê lê ev hilbijartin ji bo me hilbijartina hebûn û tunebûne ye."
Namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû, di serdana xwe ya Semsûrê de hate protestokirin. Ji ber provokasyonên berdewam kirin bernameya wî ya navçeya Kolikê hate betalkirin.
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar bi namzetên Stenbolê û coşa sedan kesan serdan kirin û buro vekirin. Ûçar, diyar kir ku wê sedsaliya gelan di 14’ê Gulanê ava bikin û wiha got: “Em li vir in, em ê bi hev re biguherînin. Ew dê biçin em ê serbikevin.”
Hate diyarkirin ku li Sûdanê di roja ewil ya Cejna Remezanê de jî şer didome û herî kêm 330 kesan jiyana xwe ji dest dane. WHO, aşkera kir ku hejmara miriyan 413 e.
KNK’ê bi wesîleya roja 22'yê Nîsanê Roja Rojnamevaniya Kurdî daxuyaniyek weşand û ev roj li hemû rojnamevanên kurd pîroz kir.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ê li Yeşîlkoy a kavil lê tên valakirin axivî, wiha got: “Divê niha di 14’ê Gulanê de armanca me bibe şandina vê desthilata talan, zilm û mirinê.”
Li Dêrsimê wesayîta ku 3 kes tê de bûn kete Çemê Mûnzûr.
Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên hilbijartinê bi serdanên cejnê û civînên gel domandin.
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir bi boneya Cejna Remezanê tevî şandeyekê çû serdana Meletiyê û wiha got: “Ev hilbijartin, pir girîng in. Em ê di vê hilbijartinê de hesabê erdhejê ji desthilatê bipirsin."
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li Samandagê axivî û wiha got: “Em ê di rojên pêş de, piştî 14’ê Gulanê weke cejnan bijîn. Em ê cejna esasî di 14’ê Gulanê de bijîn.”
Malbata Şenyaşar çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê di roja cejnê de jî li pêşiya Edliyeya Rihayê domand.
Bi boneya Cejna Remezanê, gorên kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin ziyaretkirin.
Platforma Parastin û Piştevaniya Bajar a Amedê bi boneya Cejna Remezanê çû serdana Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê û têkildarî rojevên heyî axivî. Di serdanê de siyasetmedaran bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û gotin ku divê Ocalan azad bibe.