STENBOL - MATUHAYDER û OHD’ê xwestin Lijneya Îdare û Çavdêriyê ku bi awayekî derhiqûqî tehliyeyên girtiyan asteng dike bên girtin û xwestin sererastkirinên qanûnî bên kirin.
Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), têkildarî astengkirina tehliyeyên girtiyên siyasî, li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyanî dan. Çalakvan, li Rawestgeha Metrobusa Bahçelîevlerê kom bûn û heta pêşiya girtîgehê meşiyan. Rêveberên bajar û navçeyan ên DEM Partiyê, endamên Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li bûn. Di meşê de pankarta “Dawî li astengkirina tehliyeyan bînin, ji girtiyên siyasî re azadî” hate hilgirtin.
Di daxuyaniyê de dirûşmên “Mafê hêviyê nayê astengkirin”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo”, “Hezar silav ji Îmraliyê re” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Metna daxuyaniyê ji hêla Hevseroka MATUHAYDER’ê Nûrten Karagoz û parêzer Elîf Taşdogan ve hate xwendin.
BINPÊKIRINÊN LI GIRTÎGEHAN
Nûrten Karagoz, da zanîn ku gelek binpêkirinên mafan li dijî girtiyên siyasî tên kirin û got: “Êdî îşkence, miameleya xerab, cezayên disiplînê yên keyfî, sirgunkirina girtiyan a li cihên dûrî malbatên wan, astengkirina teyliyeyan, astengkirina mafên ragihandin û civakî, bisînorkirina xizmetên tenduristiyê û netedawîkirina girtiyên nexweş bûne sepanên sîstematîk.”
TEHLIYEYA 16 GIRTIYAN HATE ASTENGKIRIN
Bi domdarî Nûrten Karagoz bi lêv kir ku serlêdanên sûc ên têkildarî binpêkirinên mafan bi “necezakirinê” biencam dibin û necezakirin jî tundiya fîzîkî sîstematîk kiriye. Nûrten Karagozê bi lêv kir ku Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bi hincetên “keyfî” tehliyeyên girtiyan asteng dikin û got: “Li Girtîgeha Bakirkoyê ji 10 girtiyên siyasî tehliyeyên 8’an ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve û tehliyeyên 2 girtiyên siyasî jî ji sê caran zêdetir bi hinceta cezayê hucreyê hatiye astengkirin. Her wiha înfaza 6 girtiyên hêj dîroka berdana wan a bişert nehatiye jî bi awayekî derhiqûqî bi cezayên hucreyê hatine şewitandin. Bi vê yekê re ji nîviyê zêdetirî girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Bakirkoyê bi awayekî derhiqûqî tehliyeyên wan hatine astengkirin.”
‘TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ NE BINPÊKIRINEKE MAF A ŞEXSÎ YE’
Elîf Taşdogan jî banga girtina Lijneya Îdare û Çavdêriyê kir û wiha bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê: “Gotinên wî yên di mijara siyaseta demokratîk û aliyê hiqûqî de, îradey wî û israra wî ya di çareseriyê de nîşan dide. Lê di rewşa heyî de ji hêla hiqûqî ve çi sererastkirinên hiqûqî nayên kirin û sepanên dij hiqûqî her ku diçe zêde dibin. Tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan, ne tenê binpêkirineke maf a şexsî ye, di heman demê de li pêşiya aştî û pêşerojeke demokratîk jî astengiyeke mezin e. Ji bo ev bang cihê xwe bibîne, divê pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bê rakirin û mercên birêz Ocalan bên avakirin ku bikare di aştiya civakî de bi azad tevbigere.”
Hevserokê DEM Partiyê ya Stenbolê Çinar Altan jî got ku girtiyên siyasî wekî dîlgirtî tên ragiritn û got ku ew pergala dîlgirtinê ya li djiî Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî qebûl nakin.