Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê maseya krîzê danî

  • rojane
  • 20:31 20 Nîsan 2023
  • |
img
MEREŞ - Li Bazarcixê şilî bariya û bahoz rabû. Ji bo mexdûrên erdhejê ku zirar ji bahoz û şiliyê dîtin, maseyeke krîzê hat danîn.
 
Li navçeya Bazarcix a Mereşê, piştî nîvro şilî zêde bariya. Bahoz rabû û konên mexdûrên erdhejê yên li Taxa Cengîz Topel, ji ber bahozê xera bûn. Zarokek ji ber bahozê jiyana xwe ji dest da û kes birîndar bûn.
 
Partiya Çepên Kesk, ji ber karesatê, ji bo pêdiviyên mexdûrên erdhejê maseyeke krîzê danî. Maseya Krîzê bang kir ku hewcedariya mexdûrên erdhejê ya bi dexil û dan, kon, konteynir, cih, lihêf, betan û cil û bergan bê dîtin.