Li Bazarcixê bahoz rabû: 2 kes mirin, 150 kes birîndar bûn

  • rojane
  • 21:07 20 Nîsan 2023
  • |
img
MEREŞ- Li Bazarcixê ji ber bahozê 2 welatiyan jiyana xwe ji dest da û herî kêm 150 kes jî birîndar bûn. 
 
Li Bazarcixa Mereşê ku di 6'ê Sibatê de erdhej lê çêbûbû, îro danê nîvro baraneke şid bariya û piştî baranê bahoz rabû. Bi bahozê re kon û konteynirên mexdûrên erdhejê yên li Taxa Cengîz Topelê xera bûn. Li gor agahiyên bi dest ketine, 2 welatiyan jiyana xwe ji dest daye.
 
Her wiha hat hînkirin ku ji ber bahozê 46 kes jê giran, herî kêm 150 kes jî birîndar bûne.