Erdogan têkildarî sindoqan daxuyanî da
- rojane
- 17:28 14/5/2023
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan têkildarî hilbijartinê daxuyanî da û wiha got: “Niha dema wê ye ku em bi awayekî xurt xwedî li sindoqan derkevin.”
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan têkildarî hilbijartinê daxuyanî da û wiha got: “Niha dema wê ye ku em bi awayekî xurt xwedî li sindoqan derkevin.”
Li Stenbolê gelek polîs bêyî ku belgeya wan a 142'yan hebe, deng bi kar anîn.
Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk û Hevserokên Giştî yên HDP’ê piştî ku sindoq hatin girtin ev bang kirin: “Sindoqan û dengan biparêzin.”
Seroka CHP’a Stenbolê Canan Kaftancioglû diyar kir ku li 30 hezar û 850 sindoqên li Stenbolê dengdayîn pêk hatiye û got: “Em li Stenbolê li benda beşdariyek rekorê ne.”
AKP’ê li navçeya Navendî ya Rîzeyê ji bo encamên sindoqên nehatine vekirin îtîraz kir.
Kar û barên dengdayînê yên hilbijartinên serokkomarî û parlamenteran bi dawî bû û hejmartina dengan dest pê kir.
Li navçeya Dara Hênê cerdevan tevî welatiyên temenê wan mezin dikevin kabîna dengdayînê û mudaxaleyî dayîna dengan dikin.
Li Uskudarê agir bi Lîseya Îmam Hatîbê ya Alî Fûat Başgîlê ket. Hat îdiakirin ku ji ber ku trafo teqiyaye agir bi dibistanê ketiye. Aqûbeta sindoqên li dibistanê nediyar e.
Li navçeya Hezoyê leşkeran pusulaya deng a hilbijêrê astengdar çirand, têkildarî rewşê girtek hate girtin.
Baroya Amedê daxuyand ku 142 kesên ku bêyî haya wan jê hebe kirine endamên desteya hilbijartinê dikarin bêbelgeya 142’an dengên xwe bikar bînin.
ÎHD, di rapora xwe ya der barê hilbijartinan de diyar kir ku li gelek bajaran ji bo AKP'ê dengên tomerî tên bikaranîn.
Partiya Çepên Kesk û HDP’ê derbarê kesên yên di şûna hinek kesên din de deng bikar anîn, gilî kir.
Tevî bêusulî û binpêkirinên AKP’iyan ên li Kurdistanê jî gel diherike ser sindoqan û dengê xwe dide.
Têkildarî kumanyayên ku AKP’iyan li Konakê belav kirin û di nav de nîşeyên propagandayê hebûn de girtek hatin girtin.
Li Navenda Giştî ya CHP’ê amadekariyên ji bo şopandina encamên hilbijartinê temam bûn. Namzetê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû derbasî navenda partiya xwe bû.