YSK: Rêjeya sindoqên hatine vekirin ji sedî 69,12 ye
- rojane
- 00:06 15/5/2023
Serokê YSK’ê Ahmet Yener diyar kir ku rêjeya sindoqên hatine vekirin bi giştî ji sedî 69,12 ye.
Serokê YSK’ê Ahmet Yener diyar kir ku rêjeya sindoqên hatine vekirin bi giştî ji sedî 69,12 ye.
Muşahidên AKP’î li dibistaneke Ortakoyê daxwazname bi serokê sindoqê dan îmzekirin û deng careke din pê dan hejmartin.
Di kêliya ku dengên derveyî welat dihatin jimartin de endam û rêveberên AKP’ê ku ne wezîfedar bûn jî hewl dan bikevin hundir.
Şaredarê AKP’î yê navçeya Akdenîzê Mûstafa Muhammet Gultak ku bi parastvanên xwe yên çekdar li ser sindoqan digere, îcar jî li edliyeyê rageşî derxist.
Li Agiriyê di sindoqên jimara wan 1001, 1020 û 1146’an de 370 rayên Partiya Çepên Kesk ji AKP, Yeniden Refah û MHP’ê re hatine nivîsandin.
Li Rihayê di sindoqa bi hejmara 1377’an de 72 dengên Partiya Çepên Kesk wergirtin, ji MHP’ê re hate nivîsîn.
Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû daxuyaniyek din da û got: “Li gorî daneyên niha dengên Serokê me yê giştî ji sedî 49 e û dengên Erdogan jî li derdora 45’an e.”
Serokê YSK’ê Ahmet Yener têkildarî hejmartina dengan daxuyaniyek da û got ku heta niha ji dengên hundirê welat ji sedî 47.08’ê hatine hejmartin.
Li Mêrdînê serokê sindoqê tevî kîsê dengan ji holê winda bû.
Di sindoqeke ku li Kocaeliyê hate vekirin û 324 deng derbasdar in de ji bo AKP’ê 370 deng hate nivîsîn.
Di 4 sindoqên ku li Girtîgeha Sîncanê hatin vekirin de namzetê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû ferqeke zêde li pêş e.
Namzetê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglû li bajarên bakurê Kurdistanê bi ferqek zêde li pêş e.
Parlamenterê CHP’ê Mûrat Bakan diyar kir ku li ser fermana Fermandarê Cendirmeyan ê Erxeniyê Serdar Yûsûf Avci, tûrikên dengan li herêma hilbijartinê tên sekinandin.
Seroka CHP’a Îzmîrê Canan Kaftancioglû diyar kir ku li Stenbolê ji sedî 40’ê sindoqan hatine vekirin û li gorî daneyên li ber destê wan, Kiliçdaroglû ji sedî 51,42’yê li pêş e.
Li navçeya Rezanê, serokê sindoqa hejmara 2068 a li Lîseya Anadolûyê girteka encama sindoqê neda muşahidan. Parêzeran giliyê serokê sindoqê kir.