Li gundê Apê Mûsa têkçûna mezin a AKP’ê
- rojane
- 20:45 14/5/2023
Li gundê zanyarê kurd Apê Mûsa Sitîlîlêyê û li gundê Xerabebabayê AKP li hemberî Partiya Çepên Kesk û namzetê parlamenteriyê Kemal Kiliçdaroglû têkçûneke mezin jiya.
Li gundê zanyarê kurd Apê Mûsa Sitîlîlêyê û li gundê Xerabebabayê AKP li hemberî Partiya Çepên Kesk û namzetê parlamenteriyê Kemal Kiliçdaroglû têkçûneke mezin jiya.
Ji şandeya çavdêriyê ya Spanyayê 2 kes li Sêrtê hatin binçavkirin.
Piştî bidawîbûna dengdanê, dest bi hejmartina dengan hat kirin. Li gundê Fîsê yê Amedê ji 184 dengdêran 176 jê gotin Partiya Çepên Kesk.
Namzetê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû got: “Em li pêş in.”
Ekrem Îmamoglû û Mansûr Yavaş li ser navê Tifaqa Millet derketin pêşberî kamereyan û gotin: “Ajansa Anadolûyê ji sala 2019’an vir ve ketiye ber sekeratê. Baweriya pê di binê sifirê de ye. Divê welatiyên me baweriya xwe pê neyînin.”
Li Gundê Amara yê Rihayê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jê dayik bû Partiya Çepên Kesk 201 deng namzetê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû jî 223 deng ferq avêt.
Li Girtîgeha Ûmraniyeyê di sindoqeka ku hatiye vekirin de Partiya Çepên Kesk bi 12 rayan bû yekemîn.
Berdevkê Navenda Koordînasyona Şopandina Hilbijartinê ya HDP’ê Mehmet Ruştu Tîryakî piştî bidawîbûna qedexeya weşanê ya YSK’ê daxuyaniyê dide.
Selahattîn Demîrtaş peyamek parve kir û wiha got: “Teqez baweriya xwe nedin daneyên Ajansa Anadoluyê.”
Piştî ku hat bishîtin li Rişmilê Şaredarê AKP'î Hayrettîn Demîr bi awayekî tomerî deng bi kar anîne, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz çû Rişmilê û li vir di navbera Aydenîz û AKP'iyan de rageşî çêbû.
Serokê YSK’ê Ahmet Yener diyar kir ku hilbijartin bi encam bûye û got: “Heta niha tiştek neyînî negihîştiye ber desteya me.”
Di dema hejmartina dengan de welatî li gelek baxçeyên dibistanan kom bûn. Lê polîsan bi darê zorê welatî ji baxçeyan derxistin.
Polîsan nehişt şandeya swîsreyî ku ji bo şopandina hilbijartinê hat Şirnexê, têkeve hundirê dibistanê. Polîsan got: "Çi karê we li vir heye, biçin Sûriyeyê."
Di encama teqîna trafoyê de li Dibistana Amadehî ya Alî Fûat Başgîl a Îmam Hatîbê şewat derketibû. Şewat hate vemirandin û deng tên hejmartin.