Bi tupê oksîjenê çûn dengê xwe dan
- rojane
- 13:04 14/5/2023
Li Riha û Amedê hinek hilbijêr bi tûpên oksîjenê çûn ser sindoqan û dengê xwe dan.
Li Riha û Amedê hinek hilbijêr bi tûpên oksîjenê çûn ser sindoqan û dengê xwe dan.
Di hinek pusulayên dengdayînê de mohra lê hatiye xistin, li ser navê namzetan xuya dikir. YSK’ê biryar da ku heke ev mohr li ser beşa navê namzetan lê ye xuya bike jî dê werin qebûlkirin.
Li Bodrûmê Necdet Ogûz ê 71 salî ku mehek berê felc bû, ji nexweşxaneyê ku lê tedawî didît hat dibistanê û dengê xwe da.
Xizmên namzetê AKP’î Farûk Kiliç xwestin dengên xwe komî bidin û muşahid an jî xwestin qeyd bikin. Li ser vê yekê êrişî muşahidên Partipya Çepên Kesk kirin.
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li navçeya Rezana Amedê dengê xwe da û bang li ciwanan kir ku xwedî li deng û sindoqan derbikevin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar piştî dengê xwe da bang li hilbijêran kir û got: “Herin ser sindoqan û xwedî li sindoqan derkevin.”
Hevberdevkê HD’ê Cengîz Çîçek dengê xwe da û wiha got: “Îro dê bibe cejna demokrasî û azadiyê.”
Namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû dengê xwe da û wiha got: “Dê ji vir û şûnde bihar were vî welatî.”
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û siyasetmedarê kurd Ahmet Turk li Mêrdînê dengên xwe dan û gotin: “Bila bibe destpêka heyamek nû.”
AKP’ê hewl da li Edeneyê kumanyayên bi amblema partiya xwe belav bike lê li ser îtîraza peywirdaran ev hewldan hate astengkirin.
Alî Riza Arslan ku hestiyên lawê xwe Hakan Arslan di kîsekî de radestî wî hatibû kirin piştî dengê xwe da got: “Bila her kes destê xwe deyne ser wîjdanê xwe û dengê xwe bikar bîne.”
Li gorî biryara YSK’ê qedexeya propagandayê ya hilbijartinan duh saet di 18.00’an de bi dawî dibû. Lê tevî qedexeyê jî posterên serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ên li arterên sereke hatin daliqandin li şûna xwe disekinin.
Hilbijêrên ku li navçeya Şahînbey a Dîlokê bêyî agahiya wan weke peywirdarên sindoqan ên Partiya Vatanê hatin nîşandan û destûr nehat dayîn ku dengê xwe bidin, piştî Partiya Çepên Kesk ketî navberê karîn dengê xwe bidin.
Serokê YSK’ê Ahmet Yener têkildarî bikaranîna dengan ev hişyarî da: “Divê ser navê tu namzetî neyê xêzkirin.”
Seroka Giştî ya Partiya Îyî Meral Akşener li Stenbolê dengê xwe da û wiha got: “Miletê me yê ezîz çi biryarê bide, ev biryar li ser ser û çavên me ye. Îşalah dê her tişt baş û xweş bibe.”