Bêyî belgeya 142'yan deng dan

  • rojane
  • 17:23 14 Gulan 2023
  • |
img
STENBOL -  Li Stenbolê gelek polîs bêyî ku belgeya wan a 142'yan hebe, deng bi kar anîn. 
 
Hat diyarkirin ku saet ji 07.10'an hea 08.00'an berpirsên avahiyê yên partiyan, parêzerên ji aliyê partiyan ve hatine peywirdarkirin û muşahid nexistine hundirê Dibistana Malazgîrtê û Dibistana Arîf Nîhat Asya yên navçeya Bagcilar a Stenbolê. Hat ragihandin ku ev yek ji aliyê peywirdarên wir ve nehatiye tespîtkirin û zabitnema nehatine çêkirin. 
 
Hat diyarkirin ku li Bagcilarê li sindoqa bi hejmara 1030'yan serokê sindoqê agahiyeke şaş belav kiriye û gotiye belgeya 142'yan hatiye betalkirin û her kes dikare li cihê ku lê ye dengê xwe bide û YSK'ê ev belge betal kiriye.