Di hilbijartina dîrokî de dengdayîn bi dawî bû, hejmartina dengan dest pê kir

  • rojane
  • 17:00 14 Gulan 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Kar û barên dengdayînê yên hilbijartinên serokkomarî û parlamenteran bi dawî bû û hejmartina dengan dest pê kir. 

  
Dengdayîna di Hilbijartinên Serokkomarî û ya Serdema 28’an a Parlamenteran di danê sibehê saet di 08.00’an de dest pê kir û bi saet 17.00’an ve bi dawî bû. Di hilbijartinê de ji bo 60 milyon û 697 hezar û 843 hilbijêran, zêdetirî 191 hezar sindoq hatin danîn. Dengdayîn ji saet 17.00’an ve bi dawî bû û hejmartina dengan dest pê kir. 
   
DENGÊN DERVEYÎ WELAT TÊN HEJMARTIN
 
Pusulayên dengan ên li derveyî welat hatin bikaranîn anîbûn Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê ya Derveyî Bajar a li ATO Congresium a Enqereyê û li wir niha tên hejmartin. 
 
Qedexeyên hilbijartinan şevê din ji saet 18.00’an ve dest pê kiribû û heke Lijneya Bilind a Hilbijartinê daxuyaniyeke cuda nede, ev qedexe dê heta saet 21.00’an berdewam bikin.