HDP û Çepên Kesk bang kir: Teqez herin dengê xwe bidin
- rojane
- 16:11 28/5/2023
Partiya Çepên Kesk û HDP’ê bang li hilbijêran kir: “Teqez herin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Dengek gelek tiştan diguherîne.”
Partiya Çepên Kesk û HDP’ê bang li hilbijêran kir: “Teqez herin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Dengek gelek tiştan diguherîne.”
Li Îzmîrê hilbijêrek dema diçû dengê xwe bide, di zerfê jê re hatiye dayîn de pûsûlaya ku mohr li navê Erdogan hatiye xistin derket.
Li Erxeniyê Mehmet Erturk ê ku Vezîre Erturk qetil kiribû, hat girtin.
Belavbûna dîmenên rayên komî ku ji bo Erdogan tên dayîn berdewam dike. Serokê MHP’yî ku dubare ray bikar anî, hat zeftkirin.
Li Enqereyê 3 polîsan li dibistaneke amadehî bêyî ku belgeya 142’yan teslîm bikin dengên xwe dan.
Hat îdiakirin ku li gundê Mavan ê navçeya Rûbarokê deng bi komî hatine dayîn. Li ser vê yekê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Onur Duşunmez û parêzer çûn gund û rastî êrişa cerdevanan hatin.
Li xaçerêya Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê dema zarokekî dixwest biçe aliyê din ê rê wesayîtekê lê xist.
Li Dibistana Amadehî ya Namik Kemal a Amedê dema jinekê hewl da bi pûsûlaya sexte deng bide hate ferqkirin. Derket holê ku di pûsûlayê de deng ji bo Erdogan hatiye dayîn.
Li Hewlêrê wesayîtek hat gulebarankirin, di encama êrişa çekdarî de kesek hate kuştin û kesek jî birîndar bû.
Kirariya dengdayînê ya li Dibistana Navîn a Seyhanê bi hinceta “bûyer heye” ji hêla polîsan ve bi qasî nîvsaetê hate sekinandin.
CHP’ê li navçeya Azarpêrtê girteka bêrêbaziyên li gundê Hasbaglarê girt û serî li Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê da.
Li Çorluyê di dema kontrolkirina sindoqê de di nava zerfek hate tespîtkirin ku tê de pûsûleya li şûna navê Erdogan mohra “Erê” lê hatibû xistin hate tespîtkirin.
Şaredarê Beylîkduzuyê yê CHP’î Mehmet Mûrat Çalik rastî êrişa devkî û fîzîkî ya peywirdarên AKP’î hat.
Muşahidên ku li navçeya Antakya ya Hatayê li dijî bêusuliyan derketin hatin derbkirin.
Li gundê Çavûşlar ê Çewlîgê muşahîdê CHP’ê îtîrazî bikaranîna dengên hilbijêrên li Ewropayê kir. Leşker ji muşahîd re got, “Ev der cihê Ak Partiyê ye. Ez nikarim mudaxile bikim.”