HUDA PAR’ê zarokek kir muşahîd
- rojane
- 12:22 28/5/2023
HUDA PAR’ê li dibistanek Amedê zarokek binê 18 salî kir muşahîdê sindoqê.
HUDA PAR’ê li dibistanek Amedê zarokek binê 18 salî kir muşahîdê sindoqê.
Li Stenbolê di hin sindoqan de cedwelên fermî yên bi îmzeya YSK'ê yên tên malaştin hatin tespîtkirin.
Li baxçeyeke dibistana amadehî ya Cizîrê wesayîteke bêplaka hate dîtin. Piştî îtîraza endamên Partiya Çepên Kesk, wesayît ji baxçeyê dibistanê hate derxistin.
Parlamenterê CHP’ê Alî Şeker li Rihayê dema zilaman li şûna jinan deng didan nerazîbûn nîşan da. Li ser vê yekê êrişî Şeker hat kirin.
Parêzer Sertaç Ekîncî yê lawê Yûsûf Ekîncî yê hate qetilkirin diyar kir ku beraetkirina bersûcên Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê biryareke siyasî ye û wiha got: “Em têkildarî pêşeroj û demokrasiya Tirkiyeyê weke biryareke xemgîn dinirxînin.”
Li Mêrdînê li hin dibistanan parêzer ji derdora sinoq û dibistanan hatin dûrkirin. Polîs ji bo AKP’e muşahîdan kom dikin. Li hin sindoqan jî rayên bi komî tên bikaranîn.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan dengê xwe da û wiha got: “Dengek gelek tiştan, qedera welatekî diguherîne.”
Selahattîn Demîrtaş wêneyekê ku dema dengê xwe dida parve kir û ev bang kir: “Ji kerema xwe mafê xwe yê dengdayînê bi kar bînin.”
Emîne Şenyaşar dengê xwe da û ev bang kir: “Dê guherîn çêbibe. Xwedî li dengên xwe derkevin.”
Li Yalovayê hat tespîtkirin ku zerfên qatkirî ji derve anîne û têkildarî vê girtek hatiye girtin.
Tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê bi binpêkirinan dest pê kir û bi binpêkirinan bi dawî bû. Parlamenter û peywirdarên sindoqan rastî êrişan hatin, AKP’iyan gef xwarin û li gelek bajaran jî deng bi vekirî û komî hatin dayîn. Banga xwedîderketina li dengan hate kirin.
Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin ku ji bo hilbijartinên serokkomariyê dengê xwe bi kar anîn, bang li dengdêran kirin ku dengê xwe bi kar bînin û xwedî li sindoqan derkevin.
Mexdûrên erdhejê, ji bo hilbijartina Serokkomariyê li sindoqên di konteyniran de hatine danîn, dest bi dengdayînê kirin.
Reşad Gelaliyê YNK'î ku bal kişand ser dorpêça Artêşa Iraqê, anî ziman ku PDK ewilî xwestiye Mexmûrê têxe bin kontrola xwe, lê gava bi ser neketiye polîtîkayeke li ser esasê valakirina kampê û radestkirina wê ya ji bo Tirkiyeyê esas girtiye.
Waniyan diyar kir ku heya tecrîda li Îmraliyê bidome, dê rewşa aborî ya li Tirkiyeyê baş nebe û xwestin hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bê kirin.