AKP’iyan rojnamevan derb kir polîsan temaşe kir
- rojane
- 17:56 28/5/2023
Li Stenbola ku tevahiya rojê binpêkirinên hilbijartinê berdewam kir AKP’iyan rojnamevanek derb kir, polîsan jî temaşe kir.
Li Stenbola ku tevahiya rojê binpêkirinên hilbijartinê berdewam kir AKP’iyan rojnamevanek derb kir, polîsan jî temaşe kir.
Endam û rêveberên AKP’ê li navçeya Artûklûyê di şûna hilbijêrên neçûn ser sindoqan de rayên bi komî bikar anîn.
Serokê YSK’ê Ahmet Yener piştî dengdayîn bi dawî bûy derket pêşberî kamerayan û wiha got: “Heta niha jî rewşeke neyînî neqewimî ye.”
Yek ji bajarên ku herî zêde êriş li ser peywirdarên sindoqan, parêzer û parlamenteran hatiye kirin û deng bi komî û bi awayekî bêusul hatine dayîn Riha bû.
Parêzvanên Şaredarê Mamakê yê AKP’yî Musa Kose êrişî muşahîdên Partiya Çepên Kesk kirin.
Dengdayîna tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê saet di 17.00’an de bi dawî bû.
Li navçeya Halîliyeyê komekê, bi kevir û daran êrişî şandeya ku Ferît Şenyaşar jî di nav de kir.
Şaredariya AKP’î qedexeyên hilbijartinê binpêkirin û afişên hilbijartinê yên Tayîp Erdogan ji bilboardên şaredariyê ne daxistin.
Polîsan li Cizîrê li welatiyên li baxçeyê Dibistana Seretayî ya Metîn Bostancioglû sekinîbûn da û ji wan ji baxçe derxist.
Partiya Çepên Kesk û HDP’ê bang li hilbijêran kir: “Teqez herin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Dengek gelek tiştan diguherîne.”
Li Îzmîrê hilbijêrek dema diçû dengê xwe bide, di zerfê jê re hatiye dayîn de pûsûlaya ku mohr li navê Erdogan hatiye xistin derket.
Li Erxeniyê Mehmet Erturk ê ku Vezîre Erturk qetil kiribû, hat girtin.
Belavbûna dîmenên rayên komî ku ji bo Erdogan tên dayîn berdewam dike. Serokê MHP’yî ku dubare ray bikar anî, hat zeftkirin.
Li Enqereyê 3 polîsan li dibistaneke amadehî bêyî ku belgeya 142’yan teslîm bikin dengên xwe dan.
Hat îdiakirin ku li gundê Mavan ê navçeya Rûbarokê deng bi komî hatine dayîn. Li ser vê yekê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Onur Duşunmez û parêzer çûn gund û rastî êrişa cerdevanan hatin.