Kujerê Vezîre Erturk hat girtin

  • rojane
  • 15:59 28 Gulan 2023
  • |
img
AMED - Li Erxeniyê Mehmet Erturk ê ku Vezîre Erturk qetil kiribû, hat girtin. 
 
Li taxa Şîrînevler a navçeya Erxeniya Amedê di 25’ê gulanê de Mehmet Erturk bi amûrek birînê hevjîna xwe Vezîre Erturk qetil kiribû. Kujer Mehmet Erturk piştî cînayetê reviyabû û paşê bi awayek birîndar hat zeftkirin. Erturk ê kujer piştî karûbarên li emniyete birin edliyeyê û ji aliyê dadger ve hat girtin. 
 
Hat zanîn ku 3 zarokên Erturk hene.