Li Hewlêrê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin

  • rojane
  • 14:46 28 Gulan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hewlêrê wesayîtek hat gulebarankirin, di encama êrişa çekdarî de kesek hate kuştin û kesek jî birîndar bû.
 
Li gorî nûçeya ROJNEWS'ê; li çar rêya Reşgîn ya ser bi rêya 100 metrî ya bajarê Hewlêrê ve wesayîtek hatiye gulebarankirin. Hate gotin ku di encama êrişa çekdarî de kesek hatiye kuştin û kesek jî birîndar bûye. Piştî bûyerê, kes yan jî kesên êriş pêkanîne reviyan e. 
 
Derbarê bûyerê de lêkolîn hat destpêkirin. Heya niha aliyên peywendîdar tu daxuyaniyek belav nekirine.