HDP û Çepên Kesk bang kir: Teqez herin dengê xwe bidin

  • rojane
  • 16:11 28 Gulan 2023
  • |
img
SETNBOL - Partiya Çepên Kesk û HDP’ê bang li hilbijêran kir: “Teqez herin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Dengek gelek tiştan diguherîne.” 
 
Li Stenbolê hinek kesên li pêşiya dibistanan disekinin ji gel re dibêjin “Neçin ser sindoqan, dengê xwe nedin” û welatiyan paşve vedigerînin. Rêxistinên Partiya Çepên Kesk ên Stenbolê li ser vê yekê ji endamên xwe re peyam şand û jê xwest ku dengê xwe bidin. 
 
‘DENGEK GELEK TIŞTAN DIGUHERÎNE’
 
Peyama HDP û Partiya Çepên Kesk wiha ye: “Gelê me yê hêja; Weke HDP û Partiya Çepên Kesk ji bo guherînê em diçin ser sindoqan û dengê xwe didin. Hûn jî teqez herin dengê xwe bidin. Dengek gelek tiştan diguherîne.”