Kiliçdaroglû dengê xwe da: Dê bihar were vî welatî

  • rojane
  • 12:17 14 Gulan 2023
  • |
img
ENQERE - Namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû dengê xwe da û wiha got: “Dê ji vir û şûnde bihar were vî welatî.” 
 
Namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû li sindoqa hejmar 4221 a Dibistana Seretayî ya Arjantînê ya li Çukurambar a Enqereyê dengê xwe da. Kiliçdaroglû piştî ku dengê xwe da axivî û wiha got: “Ez rêz û hezkirina xwe pêşkeşî hemû hemwelatipyên me yên çûne ser sindoqan û dengê xwe dayîn. Me hemûyan jî gelek bêriya demokrasiyê, bi hev re bûn, hevhembêzkirinê kiriye. Hûn dê bibînin, dê ji vir û şûnde bihar were vî welatî.”