Malbata Şenyaşar dengên xwe dan
- rojane
- 09:29 14/5/2023
Malbata Şenyaşar ku 783 roj in Nobeta Edaletê digire dengên xwe dan û ev peyam da: “Me ji bo pêşerojeke demokratîk peywîra xwe bi cih anî.”
Malbata Şenyaşar ku 783 roj in Nobeta Edaletê digire dengên xwe dan û ev peyam da: “Me ji bo pêşerojeke demokratîk peywîra xwe bi cih anî.”
Li navçeya Qoserê piştî li Lîseya Anadolû ya Pîşeyî û Teknîkî ya Koçhîsarê kirariyên deng dayînê dest pê nekirin dor çêbû.
Ji bo hilbijartinên serokkomariyê û giştî, karê dengdanê saet di 08.00'an de dest pê kir. Dengdan dê heya saet 17.00'an bidome û paşê wê dest bi hejmartina dengan bê kirin.
Qedexeyên hilbijartinên serokkomariyê û parlamanteriyê saet di 18.00’an de dest pê kirin.
Partiya Çepên Kesk, xebatên xwe yên hilbijartinê bi karwanên wesayîtan ku li bajaran li dar xist, bi dawî kir.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku Amed bi polîtîkayên şer ên îktidarê dizane û got: “Wê Amed sibê dersek wisa bide we, hûnê carek qet ji bîra nekin.”
Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz di mitînga Amedê de got: “Heta ku Ocalan azad nebe, gelê kurd jî û gelê tirk jî azad nabe” Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin jî ji bo îktidara AKP’ê got: “Emrê wan tenê rojek ma.”
Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli name şand mitînga Amedê û xwest her kes dengê xwe bikar bîne û got: “Em ê bi hev re azad bibin.”
Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz di mitînga Partiya Çepên Kesk a Yenîkapiyê de axivî û peyama “Bay bay yekzilam” da. Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş jî tev li dirûşma ku bi dehhezaran yekkesî berz dikir bû û got: “Em li vir in, em hene, hûn dê biçin, em ê bi ser kevin.”
Li Stenbolê û Enqereyê parêzvanên mafên mirovan bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û hat xwestin girtiyên nexweş Fatma Ozbay û Bedrî Ot bênberdan.
Dayikên Şemiyê yên ji ber hilbijartinên sibê çalakiya xwe ya vê hefteyê online li dar xistin, diyar kirin ku wê di hilbijartinan de dengê xwe ji edalet û demokrasiyê re bidin.
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Eyûp Kodîn û xwest ku were berdan.
Xizmên Windakiriyan aqûbeta Enter Ozdemîr û Bapîr Çitak pirsîn ku li Çelê hatibûn binçavkirin û piştre cenazeyên wan hatibûn dîtin.
Partiya Çepên Kesk li Amedê bi beşdariya deh hezaran kes mitînga fînalê li dar dixe.