Li Şirnexê dengdayîn bi binpêkirinan dest pê kir
- rojane
- 11:02 14/5/2023
Li Şirnex û navçeyên wê kar û barê dengdayînê bi binpêkirinan dest pê kir.
Li Şirnex û navçeyên wê kar û barê dengdayînê bi binpêkirinan dest pê kir.
Mexdûrên erdhejê yên Hatayê li ser sindoqên di bin konteyneran de hatine danîn dest bi dayîna dengan kirin.
Welatiyê 75 salî Mahmût Ergîn ku ev 8 sal in di nav nivînande ye, bi kursiya biteker hate dibistanê û dengê xwe da. Ergîn got; “Tekane daxwaza min ew e ku ev dîktatorî bi dawî bibe û hemû kes aram bibe.”
Li Licê operasyona leşkerî bi dawî bû. Kesên di çarçoveya operasyonê de hatibûn binçavkirin jî hatin berdan.
Hate diyarkirin ku li Sêwrêgê kesên nêzî AKP’ê zexta deng dayîna vekirî li xizmên xwe û hilbijêrên din dikin.
Şandeya Çavdêriyê ya Navneteweyî ku ji 403 kesan pêk tê û bi hevkariya ODIHR, OSCE PA û PACE hatiye Tirkiyeyê, hilbijartinan dişopîne.
Şaredarê Cenevreyê yê berê Rêmy Pagani ku li Rihayê hilbijartinê dişopîne got: “Daxwaza me hemûyan Tirkiyeyek demokratîk e. Em bawerin mimkûn e.”
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin dengê xwe da û wiha got: “Em ê di 15’ê gulanê de bi hev re serkeftina demokrasiyê pîroz bikin.”
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar a li Stenbolê dengê xwe da, bal kişand ku divê li Tirkiyeyê demokrasî bê avakirin û anî ziman ku dixwazin encamên hilbijartinê bibin wesîleya makeqanûneke nû û komareke demokratîk.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a li Wanê dengê xwe avêt wiha got: “Pergaleke xerabiyê heye û divê ev pergal îro biçe.”
Malbata Şenyaşar ku 783 roj in Nobeta Edaletê digire dengên xwe dan û ev peyam da: “Me ji bo pêşerojeke demokratîk peywîra xwe bi cih anî.”
Li navçeya Qoserê piştî li Lîseya Anadolû ya Pîşeyî û Teknîkî ya Koçhîsarê kirariyên deng dayînê dest pê nekirin dor çêbû.
Ji bo hilbijartinên serokkomariyê û giştî, karê dengdanê saet di 08.00'an de dest pê kir. Dengdan dê heya saet 17.00'an bidome û paşê wê dest bi hejmartina dengan bê kirin.
Qedexeyên hilbijartinên serokkomariyê û parlamanteriyê saet di 18.00’an de dest pê kirin.