Li dijî navenda Şengalê êriş hate kirin
- rojane
- 15:17 01/6/2023
Hat ragihandin ku navenda Şengalê bi balafirên keşfê hatiye bombebarankirin.
Hat ragihandin ku navenda Şengalê bi balafirên keşfê hatiye bombebarankirin.
Malbata Şenyaşar karîkatûrê Sefer Selvî parve kir û wiha got: “Heta ku edalet pêk tê dê têkoşîna me bi biryardarî bidome.”
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn darizandina bavê Denîz Poyraz rexne kiribû. Keskîn ji ber vê yekê dihat darizandin. Dadgehê derbarê dozê de biryara beraetê da.
Sala qanûndanînê ya serdema 28’emîn a Meclisê dê sibe bi torena sondxwarinê dest pê bike.
Berxwedana şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ya li hemberî hewldana dorpêçkirina artêşa Iraqê di roja 13’an de berdewam dike.
Girtiyê bi navê Baran Gul ku li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê tê ragirtin diyar kir ku nahêlin ew derkevin hewadariyê, ji çalakiyên civakî bêpar tên hiştin, nameyên wan tên desteserkirin û pirsgirêka ava germ dijîn.
Serokê YNK’ê Bafil Talabanî di peyama salvegera 48’emîn a ji bo damezirandina YNK’ê de got: “Kurdistan di qonaxeke hestyar de derbas dibe, guherînên mezin çêdibin. Ji xeynî yekrêziyê rêyeke din nîne ku herêmê biparêze.”
YSK’ê encamên teqez ên tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê eşkere kir.
Parêzer Efkan Bolaç ku ji ber parvekirina karîkatûrê Berkîn Elvan dihat darizandin, beraet kir.
Danişîna doza Parlamentera HDP’ê ya berê Nûrsel Aydogan hate lidarxistin. Daxwaza parêzer a ji bo betalkirina biryara girtinê hate redkirin.
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay da zanîn ku piştî hilbijartinê pêvajoya xwenûkirinê dane destpêkirin û wiha got: “Piştî ku civînên lijneyên partiyê bi dawî bûn, em ê li ser esasê rexne-rexnedayînê kongreya xwe ya mezin li dar bixin.”
Di meha gulanê de li Îranê 21 jê jin bi giştî herî kêm 107 kes hatin girtin.
Siyasetmedarê kurd Muhsîn Melîk 29 sal berê li Rihayê hat qetilkirin. Kûrxalê Melîk, Saît Aydogdû diyar kir ku Muhsîn Melîk ji bo xelkê xwe canê xwe feda kir.
Li ser rêbeja D-10’ê ya Gebzeyê TIR’ekê li mînîbûsa karkeran xist. Di encama qezayê de 13 karker birîndar bûn.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 2 salan zêdetire tu agahî jê nayên girtin, dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.