Daxwaza betalkirina biryara girtina Aydogan hate redkirin

  • rojane
  • 11:40 1 Hezîran 2023
  • |
img
 
AMED - Danişîna doza Parlamentera HDP’ê ya berê Nûrsel Aydogan hate lidarxistin. Daxwaza parêzer a ji bo betalkirina biryara girtinê hate redkirin. 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Nûrsel Aydogan, piştî rakirina parêzbendiyên parlamenterên HDP’ê di 4’ê mijdara 2016’an de hate binçavkirin û bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” ttê darizandin. Danişîna doza Aydogan li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Aydogan tev li danişînê nebû lê parêzerê wê Abdulkadîr Guleç amade bû. 
 
Parêzer Guleç, bal kişand ser biryara binpêkirinê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya têkildarî rakirina parêzbendiyan û binçavkirina parlamenteran û xwest ku biryara girtinê ya derheqê muwekîla wî de were betalkirin. Dozger jî xwest ku ev daxwaza parêzer were redkirin. 
 
Dadgehê, daxwaza Guleç red kir û biryar da ku biryara ji bo girtina Aydogan bidome.