Encamên teqez ên tûra duyemîn hatin ragihandin

  • rojane
  • 11:56 1 Hezîran 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - YSK’ê encamên teqez ên tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê eşkere kir. 
 
Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yener ragihand ku ji bo werin weşandin, encamên teqez ên tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê ji Rojnameya Fermî re şandine. 
 
Yener, diyar kir ku di tûra duyemîn de li welêt 52 milyon hilbijêran dengê xwe dane û rêjeya tevlibûnê ji sedî 85,72 ye. Bi domdarî Yener destnîşan kir ku Erdogan 27 milyon û 834 hezar û 589 deng wergirtine. 
 
Yener, got ku Tayyîp Erdogan ji sedî 52,18’ê dengan û Kemal Kiliçdaroglû jî ji sedî 47,82’yê dengan wergirtiye.