Nahêlin girtî derkevin hewadariyê

  • rojane
  • 13:22 1 Hezîran 2023
  • |
img
EDENE - Girtiyê bi navê Baran Gul ku li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê tê ragirtin diyar kir ku nahêlin ew derkevin hewadariyê, ji çalakiyên civakî bêpar tên hiştin, nameyên wan tên desteserkirin û pirsgirêka ava germ dijîn. 
 
Girtiyê bi navê Baran Gul ku li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê tê ragirtin, têkildarî binpêkirinê li girtîgehê li ser telefonê bi malbata xw re axivî. Gul, da zanîn ku di bin tecrîd û zextê de tên ragirtin, bi rojan di qawîşên 2-3 kesan de tên ragirtin û nahêlin derkevin hewadariyê, ji çalakiyên civakî bêpar tên hiştin, nameyên wan tên desteserkirin û nayên şandin, girtî nikarin di navbera hev de peywendiyan deynin û her tim pirsgirêka ava germ dijîn. Gul, bang li Wezareta Dadê kir ku li berpirsyartiya xwe rabe û dawî li binpêkirinên li girtîgehan bîne.