ÎZMÎR - Lamîa Asu ku piştî 31 salan ji Girtîgeha Jinan a Şakranê hate berdan, birin Navenda Paşveşandinê ya Harmandaliyê. Lamîa Asu, li bendê ye ku vegere Efrînê.
Lamîa Asu ya ji bajarê Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê dihat ragirtin û 31 salan di girtîgehê de bû, ji bo dersînorkirinê birin Navenda Paşveşandinê (GGM) ya Harmandali ya Îzmîrê. Lamîa Asu, ji bo paşveşandinê li wir tê sekinandin. Lamîa Asu, di 14’ê Gulana 1994’an de li Sêrtê hate girtin û Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê cezayê muebbedê lê birî. Tehliyeya Lamîa Asuyê ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve ji bo salekê hatibû taloqkirin.
Parêzerê Lamîa Asuyê Selahattîn Tîmûr, da zanîn ku rewşa tenduristiyê ya miwekîla wê baş e û got: “Şert û mercên cihê lê tê ragirtin baş nînin. Di mijara xwarin û hîjyenê de pirsgirêk hene. Her wiha pirsgirêka ragihandinê dijîn. Em li benda wesayîtê ne. Dema wesayît hate amadekirin dê bibin deriyê sînor.”