Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 28’an de didome
- rojane
- 16:25 21/8/2023
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 28’an de berdewam kir. Malbatê xwest bi wezîrê dadê re hevdîtinê bike lê dîsa hate astengkirin.
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 28’an de berdewam kir. Malbatê xwest bi wezîrê dadê re hevdîtinê bike lê dîsa hate astengkirin.
Yilmaz Ozalp ê li Girtîgeha Şkaranê krîza dil derbas kir, li beşa venêrîna awarte hê tê dermankirin û ji ber enfkesiyon girtiye nayê emeliyatkirin.
Medîne Kaymaz a ji bo hevdîtina kurê xwe ya saetekê yê di Girtîgeha Tekîrdagê tê ragirtin, du rojan di rêwîtiyê de derbas dike, bertek nîşanî sepanên kêfî û binpêkirinên mafan ên girtîgehê da.
Lijneya Koordînasyona Bajar a TMMOB’a Amedê diyar kir ku dê derheqê kesên avahiyan ne li gorî rêziknameya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê hilwedişînin de pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.
Îdianameya derbarê Navenda Kar a Galeria ya li Amedê di erdhejê de hilweşiyabû û 89 kesan têde jiyana xwe dest dabû, hat qebûlkirin.
Hat zanîn ku A.C. a hewl dabû êrişî li avahiyê hevpar a HDP û Partiya Çepên Kesk a Edenê bike, bi hinceta “Tu têkiliya wê bi terorê re nîn e” ji TEM’ê dewrî Şaxa Asayîşê hate kirin û jina din a li gel jî, hate berdan.
Siyasetmedar Mesût Bagcik diyar kir ku divê îfadeyên şahidan ên di pêvajoya teqîbatê ya Doza Kobanê de li ber çav bên girtin û wiha got: "Lê belê îfadeyên wan ên di pêvajoya lêpirsînê de esas hatine girtin. Dozger, weke ku her tişt bi hev re dîtibin tevdigere. Gelo ma dozgerek di dozê de dikare bibe şahid?”
Ji kadroyên pêşeng ên Partiya Komunist a Trkiyeyê/Partiya Şoreşa Tirkiyeyê û Yekitiyê Mehmet Aytûnç Altay piştî 31 salan ji girtîgehê tehliye bû.
Hunermend Emel Çiftçî li Amedê hate binçavkirin.
Li quntarê carek din Çiyayê Cudî şewat derket.
Li Bismîlê du malbatan ji bo silhê hatibûn civandin bi şer çûn. Di şer de ciwanekî jiyana xwe ji dest da û 22 kes jî birîndar bûbûn. Ji ber şerê malbatan 26 kes hatin binçavkirin.
Malbata Fecriye Benek a girtî dema ji bo hevdîtinê diçû Gîrtîgeha Baybûrtê ya Tîpa M'yê li ser rêya Meletiyê qeza kir.
Li Behra Egeyê li nêzî navçeya Menderesê ser hev erdhej çêbûn.
Sekreterê Giştî yê DÎSK Enerjî-Senê Emîn Atsiz di çalakiya karkerên FEDAŞ’ê de axivî û wiha got: “Em ê bi her kesên me nabînin û nabihîsin bidin fêmkirin ku em mafdar in.”
Nivîskarê îtalî Zero Calcare di bernameya ji hêla Radio Onda d’urto ve hatiya amadekirin bû. Calcare bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Divê em piştigiriyê bidin kurdên ji bo azadiya Ocalan têdikoşin.”