Li Çiyayê Cûdî dîsa şewat derket

  • rojane
  • 12:52 21 Tebax 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Li quntarê carek din Çiyayê Cudî şewat derket.
 
Li herêma Besta, çiyayên Cudî, Gabar û Çilênimêja yên bi ser Şirnexê ve ku ev sê sal in dar lê tên birîn, niha jî şewat lê derdikeve. Di rojên dawî de agir derdikevin û xwezaya li herêmê dişewite. Li gundê Nevava ya quntarê Çiyayê Cûdî danê sibehê ji ber sedemeke nayê zanîn şewat derket. Hê jî mudaxileyî şewatê nehatiye kirin û berbelav dibe. 
 
Her wiha hêjayî bibîrxistinê ye ku ketina gundê Nevava 30 sal in qedexe ye û gund di bin navê lêgerîna madenê de careke din tê hilweşandin.