Malbatek dema diçû hevdîtina li girtîgehê qeza kir

  • rojane
  • 12:07 21 Tebax 2023
  • |
img
MELETÎ - Malbata Fecriye Benek a girtî dema ji bo hevdîtinê diçû Gîrtîgeha Baybûrtê ya Tîpa M'yê li ser rêya Meletiyê qeza kir. 
 
Malbata Fecriye Benek a li Girtîgaha Baybûrtê ya Tîpa M'yê tê ragirtin dema ku ji bo hevdîtinê diçû Baybûrtê, li ser reya Meletiyê qaza kir. Qaza li ser Cadeya Îpekê pêk hat û hat zanîn ku wesayîta ji hember ve dihat û ya malbatê li hev qelibîn û qeza pêk hat. Di encama qezayê de xwişkên Fecriye Benek, Emîne Ozgur û Meryem Benek birîndar bûn. 
 
Her du xwişkan rakirin nexweşxaneyeke taybet, piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê hatin derxistin û vegeriyan Mêrsînê.