Ji bo Girtîgeha Amedê bibe ‘Muzeya Mafên Mirovan’ kampanya tê destpêkirin
- rojane
- 17:03 20/8/2023
Sazî û rêxistinên civaka sivîl ên Amedê t
Sazî û rêxistinên civaka sivîl ên Amedê t
Li tersxaneyeke navçeya Başîskeleyê şewat derket û 10 karker ji dukêla wê bandor bûn.
Dewleta tirk êrişî noqteya hêzên rejîma Şamê yên li Minbicê kir. Di êrişê de 2 leşker hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Jineke nasnameya wê nehat zanîn 3 şûşeyên pet ên di hundirê wan de teqemenî û madeyên şewitandinê hebûn danî pêşiya avahiya hevpar a HDP û Partiya Çepên Kesk.
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan îro li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye û wiha domand: “Tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Divê em li dijî tecrîdê, hiqûqê biparêzin.”
Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên maf û hiqûqê bi boneya 7’emîn salvegera Komkujiya Dîlokê merasîma bîranînê li dar xistin. Di bîranînê de hat gotin ku bi komkujiyê re nasnameya kurd hedef hate girtin û dê têkoşîna wan bidome.
Li Newala Hespistê ya Hezexê şewat derket. Şewat her ku diçe bêhtir belav dibe.
Avahiya 4 qat a li Dîlokê ku di erdhejê de xesareke mezin gihiştibûyê, dema dihat rûxandin hilweşiya. Operatorê kemçeyê di bin xerabeyan de ma.
Melayê bi navê Mehmet Şukru Dortbudak li Rihayê jin û zarok hedef girtibû. Diyanetê, weke ceza ji mûçeyê Dortbudak 500 lîre birî.
Gundê Bilbêsê 23 roj in di dorpêça leşkeran de ye. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Zekî Îrmez çû serdana gund û got ku destûr nayê dayîn gel biçe nav baxçeyên xwe.
Nivîskar Resûl Baltaci ku çendî cezayên dîsîplînê yên bûn sedema taloqkirina înfaza wî ji aliyê dadgehê ve hatine betalkirin û car din nehat berdan, ji ber wêneyê ku bi neviyên xwe re kişandiye cezayê dîsîplînê lê hat birîn.
Nûnerê HDP'ê yê Konseya Ewropayê Faîk Yagizay, ragihand ku di hevdîtinan de rayedarên CPT'yê ku rapora xwe ya der barê Îmraliyê de eşkere nake, gotin: "Şert û mercên ku Ocalan tê de ye li dijî hiqûqa navneteweyî ne."
Bi boneya salvegera qetilkirina girtiyê nexweş Bazo Yilmaz merasîma bîranînê hat lidarxistin. Leşkeran êrişî merasîmê kirin û 3 kes binçavkirin.
Hat hînkirin ku kesê tabeleya HDP'a Îdirê daxist û avêt çopê, endamê "ulku ocaklariyê" ye.