ROJEVA 10’Ê ÎLONA 2023’YAN
- rojane
- 09:00 10/9/2023
Rejîma Îranê damezrînerê Roznewbarê Cyrus Abbasî û birayê wî Azad Abbasî girt.
31’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi beşdariya de hezar kesan bi coş pêk hat. Di festîvalê de bal kişandin ser daxwaza statuya Kurdistanê û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li dijî tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê kirin.
MED TUHAD-FED îşkenceya li Girtîgeha Panosê li girtiyan hat kirin şermezar kir û xwest tecrîd û îşkenceya li girtîgehan bi dawî bibe.
Ji bo endamê HPG’ê Haci Alî Yîgît ê di bombe barana li çoltera navçeya Elkê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Cizîrê şîn hate danîn. Bi sedan kesan serdana şînê kirin.
Xelkê Pirsûsê bi girseyî serdana şîn û gora endama YJA-Starê Peyam Demîr kir.
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî xwest ku girtiyê nexweş Siddik Guler (83) ê bi nexweşiya demansê ketiye were berdan.
Şaxên ÎHD’ê ku binçavkirin û astengkirina çalakiya Dayikên Şemiyê protesto kirin, diyar kirin ku hatina bahev ne sûc e.
ÎHD’a Stenbolê ji bo girtiyê nexweş Firat Nebîoglû yê ku li benda neqla gurcikê ye bê tedawîkirin, banga berdanê kir.
Festîvala Çanda Kurd li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê bi beşdariya deh hezar kesan dest pê kir.
Hevserokê DBP’ê yê Giştî Keskîn Bayindir, di serdana malbata Înan de axivî û got: “Li dijî van polîtîkayan, vê dijminatiyê bi her awayî berxwedan rewa ye. Divê ku em van kirinan bikin sedemê qiyametê.”
Parêzer Bayram Çîçek ku bi jinên girtî yên hatibûn îşkencekirin re hevdîtin pêk anî û got: “Piştî îşkenceyê hefteyek şûn ve em çûn hevdîtinê lê belê hê jî şopa birînan li ser wan hebûn.”
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Omer Ocalan ê di hevdîtina bi malbatan re ku MATUHAY-DER, ANYAKAY-DER û TJA’yê li dar xist de axivî, anî ziman ku ji bo pêşî li siyaseta hatiye xetimandin bê vekirin divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin.
Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê li Amedê li faîlên Hatîce Atalay a di sala 1996’an de hat qetilkirin, li Êlihê jî li faîlên siyasetmedar Mehmet Sîncar û Metîn Ozdemîr pirsîn.
Li navçeya Andirînê kamyona ku frena wê negirt, li welatiyên ku nimêja cenazeyî dikir da. Li gorî agahiyên ewil 5 kesan jiyana xwe ji dest da 25 kes jî birîndar bûn.