Li Amed û Êlihê li faîlên salên 90’î hat pirsîn

img
AMED/ÊLIH - Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê li Amedê li faîlên Hatîce Atalay a di sala 1996’an de hat qetilkirin, li Êlihê jî li faîlên siyasetmedar Mehmet Sîncar û Metîn Ozdemîr pirsîn.
 
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 761’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolûya Amedê li dar xistin. Malbatan wêneyên windayan hildan û pankarta wêneyên windayan li ser in li erdê raxistin. Parêzvanên mafê mirovan û xizmên windayan tev li çalakiyê bûn. 
 
‘EM XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA DAYIKÊN ŞEMIYÊ DERDIKEVIN’ 
 
Sekreterê ÎHD’a Amedê Omer Saman di çalakiyê de axivî û da zanîn ku ew xwedî li têkoşîna Dayikên Şemiyê derdikevin û ew naxwazin zext û îşkence li Dayikên Şemiyê bê kirin û xwest li ber daxwazên Dayikên Şemiyê hurmet bê girtin. 
 
SERPÊHATIYA ATALAYA HAT XWENDIN 
 
Vê hefteyê serpêhatiya Hatîce Atalay a li navçeya Pîrana Amedê di 10’ê îlona 1996’an de di encama gulebarana leşkeran de jiyana xwe ji dest da hat xwendin. Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Berfîn Elçî serpêhatiya Atalay xwend û xwest faîlên Atalay bên dîtin. 
 
Piştî xwendina serpêhatiyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
LI ÊLIHÊ HEFTEYA 597’EMÎN
 
Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 597’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê ya Êlihê li dar xistin. Endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û rêveberên MEBYA-DER’ê tev li çalakiyê bûn. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de Parlamenterê DEP’ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar û rêveberê DEP’ê yê Êlihê Metîn Ozdemîr ên di 4’ê Îlona 1993’yan de li Êlihê hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn û li faîlên wan hatin pirsîn. Rêveberê ÎHD’ê Sînan Îslam Gegîn di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku heta ku ew encamê ji aqûbeta windayan bigirin dê çalakî û têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.