Rêveberên Enstîtuya Kurd a Roznewbarê hatin girtin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê damezrînerê Roznewbarê Cyrus Abbasî û birayê wî Azad Abbasî girt. 
 
Rejîma Îranê lîsansa Enstîtuya Zanistê ya Kurdistanê ya Roznewbarê ya ku li bajarên Worveh û Dehgolanê perwerdehiya bi kurdî dida, di 3'yê Îlonê de girtibû. Rejîmê îro ji bo îfadeyê gazî damezrînerê esntîtuyê Cyrus Abbasî û birayê wî Azad Abbasî kir û ew girtin û şandin girtîgehê.
 
Cyrus Abbasî û birayê wî Azaf Abbasî par ji ber ku tevlî çalakiyên piştî qetilkirina Jîna Emîniyê bûbûn girtibûn û piştî 3 mehan hatibûn berdan.