Polîsan avêt ser Navenda Çandê ya Îdilê: 10 kes hatin binçavkirin
- rojane
- 16:22 08/9/2023
Polîsan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê ku Grûp Yorûm xebatên xwe lê dike ve girtin û 10 kes kirin binçavan.
Polîsan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê ku Grûp Yorûm xebatên xwe lê dike ve girtin û 10 kes kirin binçavan.
Emîne Şenyaşar di roja 44’emîn de çalakiya têkoşîna xwe ya edaletê didomîne. Şenyaşara bersiva “Wezîr li derveyî saziyê ye” jê re hate dayîn, negirtin Wezareta Dadê.
Ji bo nivîskar Abdulmenaf Osman biryara dersînorkirinê hate dayîn. Parêzerê Osman, Halîl Coşkun diyar kir ku biryara hatiye dayîn hiqûqî nîne û wiha got: “Ji bo betalkirina vê biryarê me îtîraz kir.”
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Sirri Sureyya Onder ku di Doza Kobanê de tê darizandin diyar kir ku hem parlamenter, hem Serokwekîlê Meclisê hem jî bersûc e û wiha got: “Hûn dikin nakin nikarin min bi darizînin. Ez ê ji xwe re daxwaznameyê binivîsim, îmze bikim û ji we re bişînim. Di sepanê de nakokiyeke wiha heye.”
Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê bal kişand ser talan û hilweşandina li sûran û Baxçeyên Hewselê û ji bo dest ji xeletiyên di rapora UNESCO de jî hatiye diyarkirin were berdan bang li rayedaran hat kirin.
Girtiyên siyasî Gultan Kişanak û Fîgen Yuksekdag ji bo Konferansa Jinan a Partiya Çepên Kesk peyam şandin û wiha gotin: “Divê em tu caran ji bîr nekin û nedin jibîrkirin ku îradeya jinê hêza bingehîn a xebat û serkeftinên me yên kolektîf in. Em ê hêj bêhtir pêş bikevin.”
Cezayê muebbetê li girtî Mehmet Abay hatiye birîn lê Abay ev 7 meh in di statûya girtiyên muebbeta giran de tê ragirtin. Abay, xwest ku ev şert û mercên tecrîda girankirî bi dawî bibin.
Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê şevê din êrişeke dijwar birin ser gundên bakur û rojavayê Minbicê. Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiv da êrişan û êriş têk bir.
Konferansa jinan a Partiya Çepên Kesk li Enqerê bi beşdariya 400 delegeyan pêk tê. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û bal kişand ser rol û mîsyona Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsgirêka kurd de û got: “Dem dema mezinkirina têkoşîna rêxistinkirinê û têkoşîna rakirina tecrîdê ye.”
Parêzera Doza Komkujiya 10’ê Cotmehê Eylem Sarioglû bertek nîşan da ku dîmenên weke delîl 7 sal piştre li dosyayê hatin zêdekirin û wiha got: “Ev dîmen nîşan didin ku ji bo milîtanên DAIŞ’ê bi rehetî tevbigerin jê re derfet afirandine.”
Ji malbata Tekîn ku tê îdiakirin ji ber kirêya malê bi polîsê parêzvaniya dozger dike re şer kiriye, 6 kes hatin girtin.
Parêzerê girtiyê nexweş Fevzî Arslan, Eyup Sabrî Tînaş bi lêv kir ku di rûviyên Arslan de pirsgirêk heye û got ku tevî bijîşkê girtîgehê ji bo rûviyên wî rapora korse nivîsiyê jî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve korse nayê dayîn û tedawiya wî tê astengkirin.
Abdurrahîm Çetînkaya ku înfaza wî 9 caran hatiye taloqkirin, bal kişand ser bêhiqûqîtiyên li girtîgehan û got ku girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne.
Qeydên bi zaravayên kurmancî, soranî û kirmanckî yên Komeleya Lêkolînên Kurdî dê di 14'ê cotmehê de dest pê bikin.